• Friday, 08 May 2026
logo

Celadê Nugre Selman tê darizandin

Celadê Nugre Selman tê darizandin

 Îro li Dadgeha Pêdaçûnê ya Bexda-Resafeyê, yekem rûniştina dadgehkirina Hecac Ehmed Herdan, ku wekî "Kujer û celadê Nugre Selman" tê naskirin, birêve diçe.


Hecac, berpirsê girtîgeha Nugre Selman bû ku di serdema rejîma Beisê de wekî yek ji girtîgehên herî bixwîn û tirsanak dihat naskirin. Ew bi kuştina bi hezaran kurdan bi awayekî hov tê tawanbar kirin. Li gorî agahiyan, wî bêyî cudahiya jin, zarok, ciwan û pîran, kurd tenê ji ber nasnameya wan bi awayekî hovane şehîd kirine.

Heya niha ji aliyê malbatên qurbaniyan ve li herêmên Çemçemal, Germiyan û Helebceyê, zêdetirî 300 gilî li dijî wî hatine tomarkirin. Ev mirovane bi destê Hecac hatine êşkencekirin û kesûkarên wan hatine kuştin.

Herwiha piştî girtina vî tawanbarî, li Muzexaneya Emne Soreka ya Silêmaniyê (ango avahiya ewlehiya sor a Silêmaniyê), li Bîrdariya Enfalê ya Çemçemalê û li Rêveberiya Germiyanê, tomarkirina giliyên nû dest pê kiriye. Di wan giliyan de, şahid û qurbanî behsa zilm û êşkenceyên giran ên Hecac Ehmed Herdan dikin ku di dema desthilata Beisê de li dijî girtiyên kurd encam dane.

 

Basnews

Top