Şivan Hemdî, endamê Bazneya Guftûgoyê: Krîza Tengava Hurmuzê îsbat kir ku heta niha jî neft û gaz şahdamarên çavkaniyên enerjiyê ne ji bo hemû dewletên pîşesazî yên cîhanê
Şivan Hemdî, endamê Bazneya Guftûgoyê: Krîza Tengava Hurmuzê îsbat kir ku heta
niha jî neft û gaz şahdamarên çavkaniyên enerjiyê ne ji bo hemû dewletên
pîşesazî yên cîhanê
Şivan Hemdî, endamê Bazneya Guftûgoyê û endamê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye. Di guftûgoya vê carê ya «Bazneya
Guftûgoyê» de (Girîngiya enerjiyê di ji nû ve darêtina stratejiya hevkêşeyên
siyasî de li herêmê), bi vî rengî dîtin û nerînên xwe anîn ziman:
Tevî ku çend sal in behsa girîngî û bayêxê enerjiyên nûjen «Renewable energy» tê
kirin û tê teqezkirin ku di demeke nêzîk de dê cihê her du çavkaniyên enerjiyê
«neft û gaz» bigire, lê belê şerê van yek-du mehên dawî yê navbera Amerîka û
Îranê, piştî ku krîz di Tengava Hurmuzê de derket û bû sedem ku 20% ji
hinartina nefta cîhanê rastî pirsgirêkan bê, ew rastî dubare kir ku heta niha jî
çavkaniyên enerjiyê yên «neft û gaz» şahdamarên çavkaniyên enerjiyê ne ji bo
hemû dewletên pîşesazî yên cîhanê.
Ji aliyekî din ve, di vê guftûgoyê de bal hat kişandin ser xaleke pir girîng, ew
jî ev e: Berî ku Împeratoriya Osmanî hilweşe û plan ji bo peymana şûm a
«Sykes-Picot» bê danîn, tîmeke zanyarên jeolojiyê ligel tîma rojhilatnasan
hatine navçeya Rojhilata Navîn û lêkolînên jeolojî ji bo çavkaniyên neftê
kirine. Li gorî rapora zanyarên jeolojî ku cihê kîlgeyên neftê di raporên xwe de
diyar kirine, her sê împeratoriyên «Brîtanya, Fransa û Rûsyaya Qeyserî» mîrasa
împeratoriya dewleta Osmanî di navbera xwe de dabeş kirine, ku ew jî peymana
«Sykes-Picot» e.
Ev bûyera dîrokî vê yekê nîşanî me dide ku berî destpêkirina Şerê Cîhanî yê
Yekem û paşê jî damezrandina «Komeleya Gelan», ramana dewletên emperyalîst ên
zilhêz bi vî rengî bûye ku li ser bingeha dabeşkirina çavkaniyên enerjiyê û
rêyên avî yên ji bo hinartina enerjiyê nexşeya xwe xêz kirine. Zêdetirî vê jî,
ji ber ku aliyê sereke yê serkeftiyê Şerê Cîhanî yê Duyem jî her ew alî bûn ku
di Şerê Cîhanî yê Yekem de bi ser ketibûn, pêdagirî li ser mana vê nexşeyê hat
kirin û guhartin tê de nehat kirin. Sedema sereke jî ew bû ku nexşeya piştî Şerê
Cîhanî yê Yekem bi başî berjewendiyên hevsengiya bandora (hegemoniya) enerjiyê
di navbera aliyên serkeftî de parastibû.
Di Şerê Cîhanî yê Yekem de, Amerîka beşdarekî sereke û damezrênerê Komeleya
Gelan bû, lê nebû endamê wê. Lê di Şerê Cîhanî yê Duyem de, Amerîka bi xwe bû
damezrênerê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û serokê wê sîstema cîhanî ku navê
«Sîstema Lîberal a Navdewletî» lê kiribûn. Ji wê demê ve heta niha, stûna
sereke ya siyaseta Amerîkayê ji bo mana wê wek serokê vê sîstema lîberal a
navdewletî ew bûye ku divê Amerîka her tim kontrola birêvebirina siyaseta
enerjiya navdewletî di destê xwe de bigire. Her çend heta sala 2017an, dema ku
Trump cara yekem bû serokê Amerîkayê, mijara serokatiya Amerîkayê ji bo siyaseta
enerjiya cîhanî di çarçoveya rêxistina OPECê de hatibe veşartin, lê ji xula
yekem a serokatiya xwe ve Trump gava girîng avêt da ku vê siyasetê bi eşkere
bike. Rast e di xula yekem de bi temamî neçû serî, lê di xula duyem a serokatiya
xwe de û di destpêka sala 2025an de heta niha, bi kiryar û bi eşkere wê siyasetê
dişopîne ku kontrolkirina çavkaniyan û siyaseta enerjiya cîhanî mercê yekem e û
divê di bin desthilata Amerîkayê de be.
Ji bo me Kurdan li Rojhilata Navîn bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî di
çarçoveya dewleta Iraqê de, girîngiya enerjiyê hem rastiyeke tal e û hem jî
dikare bibe derfetek ji bo çareserkirina kêşeyên me.
Rastiya tal ew e ku girîngiya enerjiyê rêgir e li ber guhartina nexşeya siyasî
ya herêma Rojhilata Navîn. Tevî ku Amerîkaya serdemê îdareya Trump bi temamî
gihîştiye wê baweriyê ku êdî di çarçoveya nexşeya «Sykes-Picot» de aramî li vê
herêmê peyda nabe, lê destkarî li wê nexşeyê nakin. Wekî ku wan bixwe
ragihandiye, bi niyaz in di nav heykela dewletên kevin de nexşeyeke nû ya
dewletdariyê darêjin, ku li vir ew derfet ji bo her çar parçeyên Kurdistanê
peyda dibe ku her parçeyek dikare di nav dewletekê de kêşeyên xwe çareser bike.
Ji bo qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê ku niha wek rastiyeke destûrî di nav
Iraqê de heye û dengê bilind ê civaka navdewletî li pişt e ku dibêjin:
«Kurdistaneke bi hêz di nav Iraqeke bi hêz de», ev tê wê wateyê ku gava yekem a
ceribandina vê ezmûna nû ya Rojhilata Navîn ji Iraqê û bi rêxistinkirina
peywendiyên Herêma Kurdistanê û dewleta Iraqê dest pê dike. Lewra çawa ku Iraq
wek dewlet li ser nexşeya enerjiyê heye, ev yek ji bo Herêma Kurdistanê
destkeftiyeke mezin e.
Di dawiyê de, ez gotinên xwe bi vî rengî kurt dikim: Dûrbîniya serkirdatiya
siyasî ya Kurdistanê bi giştî û ya birêz Serok Barzanî bi taybetî piştî
sala 2003an, di wê xalê de diyar dibe ku wan pêdagirî kir ku divê desthilata
siyaseta neft û gazê di çarçoveya desthilatên tenê yên dewleta federal de nemîne
û bibe desthilateke hevbeş di navbera hikûmeta federal, herêm û parêzgehên xwedî
çavkaniyên neft û gazê de. Di vê yekê de bi danîna maddeyên 112 û 115 di destûrê
de, serkeftineke mezin bi dest xistin.
Herêma Kurdistanê li ser bingeha van her du maddeyên destûrî, yasaya samanên xwe
yên xwezayî pesend kir û di çarçoveya vê yasayê de ket ser nexşeya enerjiya
cîhanê. Tevî ku ev 20 sal in hikûmeta Iraqê di hewildana wê de ye ku pêgeha
Kurdistanê lawaz bike, lê xweragiriya Herêmê wiha kir ku ew pêgeh bibe rastiyeke
heyî (emrî waqi') û hikûmeta federal a Iraqê jî neçar be ku li ser bingeha wê
rastiyê, peywendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê ji nû ve bi rêxistin bike.
