• Wednesday, 15 April 2026
logo

Pirofîsor Harsh V. Pant, Bîrmendê Stratejîk ji bo Gulan: Derfet heye ku têkiliyên Hindistan û Iraqê ji sektora enerjiyê ber bi teknolojî û jêrxana dîjîtal ve werin pêşxistin

Pirofîsor Harsh V. Pant, Bîrmendê Stratejîk ji bo Gulan: Derfet heye ku têkiliyên Hindistan û Iraqê ji sektora enerjiyê ber bi teknolojî û jêrxana dîjîtal ve werin pêşxistin

 

Dema ku behsa ji nû ve nexşandina nexşeya jeopolîtîk a Asyayê û guhertinên siyaseta derve ya Hindistanê li ser asta cîhanî tê kirin, navê Pirofîsor "Harsh V. Pant" wek yek ji bîrmendên stratejîk ên herî diyar û bibandor derdikeve pêş.

Pirofîsor Pant, ku bi kûrî li ser pirsên ewlehiya Asyayê û hevsengiya hêzê dikole, xwediyê projeyeke fikrî ya berfireh e ku di rêya weşanxaneyên herî navdar ên cîhanê wek "Zankoya Oxford, Cambridge û Routledge" de hatine weşandin.

Ji bo axaftina li ser guhertinên balansa hêzê li Asyayê û paşvekişîna hegemonyaya Amerîkayê li vê deverê, me ev hevpeyvîn bi Pirofîsor Pant re encam da.


* Di bin siya paşvekişîna Amerîkayê li Asyayê de, gelo Hindistan dikare wekî alternatîfek stratejîk rê li ber hegemonyaya Çînê bigire, an kêmkirina piştgiriya Washingtonê, hêzên navîn ên herêmê ber bi cemsera Pekînê ve dehf dide?

Bêguman rola navendî ya Hindistanê li nexşeya hevsengiya hêzê li parzemîna Asyayê her ku diçe ber bi bilindbûnê ve diçe, lê hîn gihîştina wê astê ku bikaribe bi tevahî valahiya stratejîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê tije bike, armanceke dûr e. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji ber giraniya xwe ya leşkerî û aborî, heta niha jî wek stûna sereke û birbira pişta tevahiya pergala ewlehiya herêma Îndo-Pasîfîk tê hejmartin û aramiya herêmê bi hebûna wê ve girêdayî ye.
Ligel vê yekê, New Delhî dikare wekî hêzeke hevsengker a bibandor û diyarker di hevkêşeyan de derkeve pêş, bi taybetî di rêya xurtkirina hegemonyaya xwe li sînorê Okyanûsa Hindî û qahîmkirina hevpeymaniyên piralî yên herêmî, wekî koma "Quad" ku Amerîka, Awistralya, Hindistan û Japonya tê de ne. Her ji ber vê yekê, rast e ku her cure paşvekişîn an kêmkirina hebûna Amerîkayê li herêmê dibe sedema zextên siyasî û ewlehî yên bêwêne li ser dewletên herêmê da ku neçar bimînin xwe bi daxwazên Çînê re biguncînin, lê xuya nake ku ev welat bi hêsanî teslîmî hegemonyaya mutleq a Pekînê bibin. Belku li şûna wê, piraniya dewletên navîn serî li polîtîkaya "Xweparastina Stratejîk (Hedging)" didin û hevsengiyeke hûr di navbera cemserên hevrik de radigirin da ku serxwebûna biryara xwe ya siyasî biparêzin û nebin paşkoja tu aliyekî.

* Di bin siya nakokiyên demokrasiyên Rojavayî û cemsera otokratîk a "Çîn-Rûsya" de, gelo Hindistan ji bo rûbirûbûna Pekînê dikeve nav hevpeymaniyeke demokratîk, an bi peyrewkirina "serxwebûna stratejîk", demokrasiyê tenê wek "hêza nerm" û amrazekî dîplomatîk bi kar tîne ne wekî pabendiyeke siyasî?

Siyaseta derve ya Hindistanê di dîroka xwe ya hevdem de her dem li ser bingeha têgeha "serxwebûna stratejîk" hatiye avakirin û bi tundî xwe ji çarçoveya hevpeymaniyên îdeolojîk ên hişk dûr girtiye. Her çend nirxên demokratîk wekî hêmaneke girîng di nasnameya neteweyî û çandî ya Hindistanê de dimînin, lê ev nirx di qada dîplomasiya derve de wekî faktorekî diyarker ji bo naskirina dost û dijminên navneteweyî nayên bikaranîn.
Tiştê ku îro di tevgerên siyasî yên New Delhî de bi zelalî tê dîtin, peyrewkirina rêbazeke bi temamî pragmatîk û rîalpolîtîk (Realpolitik) e. Bi vî rengî ku berjewendiyên bilind ên neteweyî û parastina ewlehiya neteweyî dibin pîvera yekem ji bo danûstandina bi aktorên cuda yên cîhanê re, ne ku hevdengiyên îdeolojîk. Bêguman pergala demokratîk a Hindistanê wekî çavkaniyeke giring a "hêza nerm" roleke bibandor dilîze di bilindkirina pêgeha wê li ser asta navneteweyî û çêkirina pira têkiliyan bi welatên Rojavayî re, lê tu carî ev pirs wekî bingeheke pabendker an mercê pêşwext ji bo dariştina hevpeymaniyên stratejîk û leşkerî nehatiye danîn. Bi gotineke din, Hindistan demokrasiyê ji bo ciwankirina wêneya xwe ya cîhanî bi kar tîne, ne wek sînorekî ji bo bertengkirina vebijarkên xwe yên dîplomatîk û aborî bi cemserên neyar re.

* Di pirtûka te ya "Amerîka û Îndo-Pasîfîk" de, te behsa guhertinên siyaseta derve ya Amerîkayê kiriye. Niha ku Trump vegeriyaye, gelo têkiliyên navbera New Delhî û Washingtonê ber bi hevpeymaniyeke leşkerî ya fermî ve gavan diavêjin, an wekî hevkariyeke demkî dimînin ku tenê tirsa Çînê wan tîne cem hev?

Tê payîn ku têkiliyên dualî yên navbera Hindistan û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di pêşerojê de bêtir kûr bibin, lê tevî vê yekê jî, ev têkilî nagihêjin asta girêdana hevpeymaniyeke leşkerî û siyasî ya fermî. Ew metirsî û fikarên hevpar ên ku her du alî li hember hegemonyaya Çînê hene, dê her dem bibin motîvasyoneke bihêz ji bo nêzîkbûna stratejîk a zêdetir, bi taybetî di sektorên giring ên wekî berevaniya neteweyî û parastina ewlehiya herêmî de.
Ji aliyê din ve, komek cudahiyên kûr di polîtîkayên bazirganî û aborî de dimînin, ku piraniya wan di bin bandora stratejiya "Pêşî Amerîka" de serî hildidin û dibin asteng li pêşiya yekbûna tam. Ji ber wê em dikarin bibêjin ku ev hevkarî bi şêwazekî "stratejiya berjewendîxwazane" dimîne; bi vî rengî ku di hin qadên taybet de hevkariyeke temam tê dîtin, lê di hin pirsên din ên wekî bazirganiyê de, alozî û sarî di navbera wan de berdewam dibe.

* Hindistan di rêya çarçoveya karê hevkariya "I2U2" (Hindistan, Îsraîl, Amerîka, Îmarat) û korîdora aborî ya "IMEC" (Hindistan, Rojhilata Navîn, Ewropa) de, bûye cemsereke bibandor li Rojhilata Navîn. Di nav van aloziyan de, Hindistan çawa hevsengiyê di navbera têkiliyên ewlehiyê yên kûr bi Îsraîl re û berjewendiyên giring ên enerjiyê bi cîhana Erebî û Îranê re diparêze?

Hindistan bi jêhatîbûneke kêmwêne û hûr karibûye hevsengiya têkiliyên xwe li herêma Rojhilata Navîn biparêze, ew jî bi rêya peyrewkirina siyaseteke ku xwe ji hevpeymaniyên cemserî û hevrikiya "birin û windakirinê" dûr dixe. Tevger û çalakiyên Hindistanê li herêmê, bêtir li ser bingeha berçavgirtina berjewendiyên aborî û nexşerêya siyasî ya dûredem hatine avakirin, ne li ser bingeha pabendbûna bi rêbazên fikrî û alîgiriya bîrûbawerên siyasî.
Hindistan karibûye têkiliyên xwe yên ewlehiyê yên kûr bi Îsraîl re bi şêweyekî rêk bixe ku ligel hevkariyên xwe yên aborî yên mezin bi welatên Erebî yên Kendavê re û parastina têkiliyên berdewam bi Îranê re hevaheng be. Her çend ji ber zêdebûna alozî û bêîstîkrariya herêmê, parastina vê celebê hevsengiyê di pêşerojê de ber bi zehmetî û aloziyeke zêdetir ve diçe, lê teqeskirina berdewam a Hindistanê li ser prensîba "nermiya siyasî" û "destwerndan nekirin di karûbarên navxweyî yên welatan de", derfet û qadeke berfirehtir dide wê ku di navbera berjewendiyên dijber de bi aqilmendî manovrayan bike û pêgeha xwe biparêze.

* Gelo dibe ku heta sala 2030î, Hindistan wek "hêza sêyem" û alternatîfa hegemonyaya Rûsya û Çînê li Rojhilata Navîn derkeve pêş? Gelo ev welat amade ye ku ji tenê bikarhênerekî enerjiyê bibe dabînkerê ewlehiya herêmî û avakarê jêrxana teknolojiya pêşketî?

Di dema niha de, hîn pir zû ye ku Hindistan wek "hêza sêyem" a tam û serbixwe di hevrikiyên Rojhilata Navîn de were pênasekirin. Her çend hebûn û bandora vê welatî li herêmê bi lez berfireh dibe, bi taybetî di sektorên aborî, bazirganî û pêşxistina teknolojiyê de, lê Hindistan hîn ne di wê pêgehê de ye ku bikaribe rola dabînkerê sereke yê ewlehî û aramiya leşkerî bilîze.
Tiştê ku em di vê qonaxê de dibînin, pêşketineke gav bi gav û aqilmendane ye. Hindistan bere-bere dibe hevalbendekî bi nirx û cihê baweriyê di warên gihandin, pêşxistina jêrxan û hevkariyên dîjîtal de. Ev jî tê wê wateyê ku rola Hindistanê bêtir di çarçoveya hevalbendiyeke avaker de tê dîtin, ne wek cemserekî dijber an hevsengkerê jeopolîtîk ku bixwaze bi şêweyekî rasterast hevrikiya hegemonyaya hêzên din ên mezin bike.

* Te di prensîba "Hêz û Armanc" de behsa nûbûna siyaseta derve ya Hindistanê kiriye. Serokwezîr Narendra Modi heta çi astê serkeftî bûye di bikaranîna geşepêdana aborî û hêza nerm de ji bo çespandina rêberiya "Başûrê Cîhanî" (Global South)?

Serokwezîr Narendra Modi roleke bibandor û berçav lîstiye di bilindkirina ast û pêgeha cîhanî ya Hindistanê de, bi vî rengî ku karibûye welatê xwe wek dengekî pêşeng û nûnerê rastîn ê berjewendiyên welatên "Başûrê Cîhanî" li ser qada navneteweyî cih bike. Geşepêdana aborî ya berdewam û çalakiyên dîplomatîk ên piralî yên Hindistanê, bûne sedema zêdetir naskirina hêza vê welatî û berfirehbûna bandora wê li ser biryarên siyasî li asta cîhanê.
Ligel van serkeftinan jî, guhertina vê rêberiya siyasî bo reformeke berçav û pratîk di nav saziyên navneteweyî de, hîn wekî kêşeyeke mezin û aloz li pêşiya New Delhî maye. Ev xavbûn jî ji ber wê ye ku pêkhateyên niha yên hikumraniya cîhanî, bi şêweyekî hatine dariştin ku li hember guhertinên lezgîn û bingehîn bergiriyeke tund dikin. Ji ber wê, her pêşketinek di vê arasteyê de, tenê bi şêweyekî pir sînordar û gav bi gav di rastiya siyasî ya cîhanê de tê dîtin.

* Hevkariya dîrokî ya Hindistan û Rûsyayê, ji ber şerê Ukraynayê û cezayên Amerîkayê rûbirûyî zextek bêwêne bûye. Gelo di sala 2026an de ev têkiliya "taybet û bêhempa" bi Moskowê re berdewam dibe?

Têkiliyên navbera Hindistan û Rûsyayê niha di qonaxeke hesas û tijî zext de derbas dibin, lê tevî hemû astengan, hîn giringî û pêgeha xwe di siyaseta derve ya Hindistanê de parastine. Ew girêdanên dîrokî yên kevn û hevkariyên kûr ên di warê berevanî û pîşesaziya leşkerî de, wekî stûneke sereke ji bo manew û berdewamiya vê hevkariyê kar dikin.
Hevdem ligel vê, Hindistan bi şêweyekî berçav mijûlî kûrkirin û berfirehkirina asta têkiliyên xwe ye bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û hevkarên cuda yên din ên Rojavayî re. Tiştê ku em di van guhertinan de dibînin, werçerxaneke yekcarî û tund nîne ji cemserekî ber bi cemserekî din ve, belku peyrewkirina stratejiyeke zîrekane ye ji bo "pirrengkirina hevkariyên stratejîk". Ev gav rê dide Hindistanê ku asta piştbestina xwe bi Moskowê re di hin warên hesas de kêm bike, bêyî ku neçar be bi temamî dest ji têkiliyên dîrokî û stratejîk ên kevn berde.

* Hindistan yek ji mezintirîn kirîdarên nefta xav a Iraqê ye. Gelo di çarçoveya nexşerêya 25-salî ya "Amrit Kaal" a Modi de, planeke konkret heye ji bo pirrengkirina têkiliyan li derveyî sektora enerjiyê, wek hevkariya berevanî û jêrxana dîjîtal bi Bexdayê re?

Derfeteke pir mezin li pêşiya her du welatên Hindistan û Iraqê heye ku têkiliyên xwe yên dualî ji xeleka teng a sektora enerjiyê derxin û ber bi asoyekî giştgirtir ve pêş bixin. Karînên Hindistanê di warên avakirina jêrxana dîjîtal, geşepêdana teknolojî, bihêzkirina şiyana mirovî û hevkariyên curbicur ên geşepêdanê, dikarin wekî motora sereke ji bo nûkirina kerta xizmetguzarî û pîşesaziya Iraqê roleke bibandor bîstînin.
Lê divê em vê jî bizanibin ku lezgînî û serkeftina van hewlan, bi şêweyekî bingehîn girêdayî ye bi asta çespandina aramiya siyasî û ewlehiya navxweyî li Iraqê. Tenê bi rêya afirandina jîngeheke guncav û aramiya yasayî ji bo veberhênerên Hindî, Iraq dikare bibe navendeke giring ji bo çêkirina hevkariya stratejîk û dûredem, ku tê de sûda aborî û teknolojîk ji bo her du aliyan were mîsogerkirin.

* Aramiya siyasî û ewlehiya Iraqê ji bo ewlehiya neteweyî ya Hindistanê çiqas giring e, bi taybetî bi destpêkirina projeya "Rêya Pêşketinê" (Development Road)?

Ji bo welatekî wek Hindistanê, parastina aramiya siyasî û ewlehiya navxweyî ya Iraqê giringiyeke stratejîk a pir mezin heye, ji ber ku ev aramî rasterast bandorê li ser mîsogerkirina ewlehiya enerjiyê û parastina berjewendiyên berfireh ên New Delhî li tevahiya herêmê dike. Proje û destpêşxeriya nû wekî "Rêya Pêşketinê", asoyekî nû û hêvîbexş ji bo girêdana jêrxanan û pêkanîna temamkeriya aborî di navbera welatên herêmê de diafirîne.
Hindistan bi giringî li van celebê projeyan dinêre û xwe wekî hevparê xwedî berjewendî di vê pêvajoyê de dibîne, bi wê hêviyê ku bikaribe di vê rêyê re pêgeha xwe ya aborî û bazirganî bihêztir bike. Lê ligel van hemûyan jî, berdewamiya rewşa bêîstîkrarî û aloziyên ewlehî li herêmê, her dem wek astengeke sereke û giran li pêşiya hewlên Hindistanê dimînin û rêgir dibin ku ev welat bi şêweyekî kûrtir veberhênanê di projeyên stratejîk ên Iraqê de bike.

* Gelo Hindistan di sala 2026an de çiqas nêzîkî kursiya daîmî ya Encumena Ewlekariyê bûye?

Hindistan bi şêweyekî berçav hewlên xwe zêde kirine ji bo çespandina pêgeha xwe wek namzedekî sereke û şayiste ji bo bidestxistina kursiyekî daîmî di Encumena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de. Di vê rêyê de piştgiriyeke navneteweyî ya berfireh mîsoger kiriye, lê tevî van pêşketinan, hîn çendîn asteng û kêşeyên bingehîn li pêşiya pêvajoya reformkirina pêkhateya Encumenê mane.
Her çend zilhêzên cîhanî û di serî de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di daxuyaniyên xwe yên fermî de piştgiriya daxwazên New Delhî kirine, lê guhertina vê piştgiriya devkî bo gavên pratîk û rastîn, pêdivî bi lihevkirineke giştî û konsensuseke navneteweyî heye. Ev yek jî ji ber berjewendiyên siyasî yên cuda û aloziyên niha yên cîhanê, wekî karekî pir dijwar û zehmet maye.

Top