Qasim Erecî: Herêma Kurdistanê di parastina aramiyê de roleke mezin lîst
Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Qasim Erecî ragihand ku Îraq ji bo aramiya herêmê piştgiriya diyaloga rasterast a di navbera Îran û Amerîkayê de dike.
Qasim Erecî her wiha wî spasiya serkirdayetiya Herêma Kurdistanê kir ku nehiştiye xaka Kurdistanê di şer de were bikaranîn.
Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Qasim Erecî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Erecî got, "Îraq bi her awayî piştgiriya destpêkirina diyaloga rasterast a di navbera Washington û Tehranê de dike.
Ji ber ku ev li herêmê ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê yekane rê ye."
Daxwaza agirbesteke giştî
Erecî behsa pêwîstiya domandina agirbestê kir û diyar kir ku divê rawestandina şer bêyî ti cudahiyan li hemû herêmê bidome.
Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê pesnê helwesta siyasî ya Herêma Kurdistanê da û wiha peyivî:
"Em spasiya helwesta serkirdayetiya Herêma Kurdistanê dikin.
Wan roleke mezin di parastina aramiyê de lîst.
Her wiha wan rê li ber komên mixalefetê yên Îranî girt da ku tevlî şer nebin."
"Têkiliyên me didomin"
Qasim Erecî her wiha destnîşan kir ku têkiliyên wan ên bi Herêma Kurdistanê re didomin û wiha pê de çû:
"Em hemû dixebitin da ku xaka Îraqê nebe çavkaniya êrişên li ser welatên cîran û welatên din."
Dan û standin
28ê Sibatê Amerîka û Îsraîlê êrişî Îranê kiribû. Îranê jî bi mûşek û dronan bersiv dabû welatên herêmê.
8ê Nîsanê Serokê Amerîkayê li ser pêşniyara Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf agirbesteke du hefteyî ragihandibû.
Piştî wê li Pakistanê di navbera Amerîka û Îranê de dan û standin hatin kirin.
Her çend nêzîkbûnek di navbera şandeyan de çêbûbe jî, ji ber ku Îranê dest ji bernameya xwe ya nukleerê berneda, ti peyman nehat îmzekirin.
Rudaw
