Dr. Kawe Mehmûd, Siyasetmedar û Çavdêrê Siyasî: Diruşma «Yek Kurdistan» pêdiviyeke dîrokî ye bo gihîştina bi hişmendiya neteweyî û modernîteya Kurdistanî
Dr. Kawe Mehmûd, Siyasetmedar û Çavdêrê Siyasî: Diruşma «Yek Kurdistan» pêdiviyeke dîrokî ye bo gihîştina bi hişmendiya neteweyî û modernîteya Kurdistanî
Dr. Kawe Mehmûd, sekreterê berê yê Partiya Komunîsta Kurdistanê ye û yek ji akademîsyen û siyasetmedarên navdar ên Kurdistanê ye. Ji bo axaftin li ser rewşa siyasî ya şerê niha yê herêma Rojhilata Navîn û encamên vê şerê nexwestî li ser Herêmê û her çar parçeyên Kurdistanê, me ev hevpeyvîn ligel wî encam da.
Bêyî ku em bibin parçeyek ji vê şerê nexwestî yê ku li herêmê derketiye, lê em dibînin bi neheqî êrişî Kurdistanê tê kirin û bi moşekên balîstîk komek ji pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê şehîd û birîndar dibin. Hûn çawa li vê tawana li dijî mirovahiyê dinêrin?
Ev tawaneke pir mezin e û nîşana wê paşaqerdanî û alozî ye ku di siyaseta aliyê şerxwaz de çêbûye. Bi taybetî ev tawan, mijarek nû nîne û berê jî çendîn caran tawanên wiha rû dane, yek ji wan tawana şehîdkirina Pêşrew Dizayî û zarokê wî bû ku bi moşekên balîstîk lê dan.
Ji bilî wê jî, hinek milîsên çekdar ên ji yasayê derketî, ji bo berjewendiya welatên cîran çendîn caran bordûmana Kurdistanê kirine; wan bordûmana cihên sivîl û cihên aborî yên Herêma Kurdistanê kirine. Ez bawer im ev mijar û ev tawan, nabe dîsa bi hincetên wekî «bi xeletî rû daye» were nixamtin.
Bi rastî ev tawan nîşana qeyrana siyasî û xwendina xelet a rewşa siyasî ye. Nîşana wê ye ku hinek rejîm hewl didin kêşeyên xwe yên navxweyî bişînin derveyî welatê xwe û pêyên wan e ku ewlehiya neteweyî bi vî rengî tê parastin. Di dema ku divê ewlehiya neteweyî ya her welatekî di nav wî welatî de were parastin, ew jî bi rêya çêkirina baweriyê li cem gel, berfirehkirina azadiyan, aştiya giştî û çêkirina peywendiyeke cîrantiyê ya bihêz ligel welatên cîran. Bi taybetî kêşe di navbera gelên herêmê de nîne, belkî kêşe di çarçoveya wan siyasetan de ye ku tên meşandin, ew siyaseta ku bi tu awayî xizmeta gelên herêmê nakin.
Di bin siya van guhertinên jeopolîtîk ên bilez de ku Rojhilata Navîn girtine, çawa dikare qewara Herêma Kurdistanê wek sîwaneke neteweyî û merceeke siyasî ji bo hemû parçeyên din ên Kurdistanê were parastin û rola wê ya stratejîk di vê qonaxê de çalaktir bibe?
Ew siyaseta ku Herêma Kurdistanê heta niha girtiye ber xwe, derbarê wan kêşeyên mezin ên li herêmê rû dane, ku heta birûskên vê şerî em jî girtine, siyaseteke tije hestkirina bi berpirsyariyê ye. Ev di pileya yekem de, hestkirina bi berpirsyariyê ye li hember xudî gelê Kurdistanê û hestkirina bi berpirsyariyê ye li hember gelê Kurd li hemû parçeyên din ên Kurdistanê; dîsa hestkirina bi berpirsyariyê ye derbarê çêkirina peywendiyeke asayî di navbera gelên herêmê de.
Derbarê rejîmên siyasî de, li her devereke cîhanê bin, her dem egera guhertinê tê de heye. Lê ya girîng ew e ku ew herikîna rejîmên siyasî, berjewendiyên navdewletî û nakokiyên navdewletî çêdikin -wek sepandina siyaset û parastina berjewendiyan bi hêz, çi li welatên derdora vê herêmê be yan di navbera hêzan de- divê hewl bê dayîn ku ev siyaset bandoreke neyînî li ser gelan nekin.
Ev siyaseta ku Herêma Kurdistanê dimeşîne, hestkirina bi berpirsyariyê ye ji bo ku ew bandorên negatîf ên milmilaneyan çêdikin, bandorê li ser peywendiya navbera gelên herêmê bi giştî nekin.
Hestê hişmendiya neteweyî gihîştiye wê astê ku hemû Kurd «yek» in, her wiha serokatiya siyasî ya Kurdistanê jî hewl daye Kurd xwe ji vê şerê nexwestî dûr bixe. Gelo xwendina we bo vê rewşê çi ye?
Herêma Kurdistanê bi giştî, ew helwestên ku nîşan dane - çi derbarê proseya aştiyê li Bakur, yan ewê ku wek yek paket û bi yek şand ligel nûnerê Amerîkayê rûniştine - îsbat dike ku derbarê mijara Rojava de helwesteke wisa girt ku şanda Kurdistanî wek yek şand be.
Her wiha ev berpirsyariya niha ku Herêma Kurdistanê bi vê eqlîyeta berpirsyarane ligel rewşa Rojhilat tevdigere, ez bawer im nîşana rewşeke girîng e ku ew jî ev e: Ewlehiya neteweyî ya Kurdistanê yek ewlehî ye. Dema em dibêjin ewlehiya neteweyî ya Kurdistanê yek e, beriya hemû hêzên siyasî, dema xelk li cadeyan diqîrin «Yek gel û yek Kurdistan» yan diqîrin «Rojava, Rojhilat, Bakur û Başûr, Kurdistan yek welat e», ev nîşana yekbûna welat û yekbûna netewe ye. Ev bi rastî nîşana yekbûna ewlehiya neteweyî ya Kurdistanê ye.
Ev diruşm tenê diruşmeke hestyarî nîne, belkî nîşana wî hestê neteweyî ye ku berê hebûye, bi taybetî di nav ciwan û jinan de ku rola sereke tê de dîtine. Ev gaveke girîng e bo gihîştina bi hişmendiya neteweyî û hişmendiya nîştimanî, ku tê de hişmendiya nîştimanî ya Kurdistanî û hişmendiya neteweyî ya gelê Kurd wek yek hatine dîtin.
Niha em û gelê Kurdistanê li her çar parçeyan bi mercên cuda ve, di qonaxeke din de ne. Gelê me hewl dide modernîteya Kurdistanî bi taybetmendiya xwe çêbike û wê pênaseyê ji bo xwe bike ku: Em kî ne? Xelkê bixwe bersiva wê pirsê daye; ku em «Kurd in û yek in». Yanî ev diruşm nîş
