• Tuesday, 14 April 2026
logo

Dr. Ehmed Şerîfî, pisporê stratejî û leşkerî ji bo Gulan: Heke Iraq daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê cidî negire, ne dûr e Amerîka serî li bijardeyên din bide

Dr. Ehmed Şerîfî, pisporê stratejî û leşkerî ji bo Gulan: Heke Iraq daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê cidî negire, ne dûr e Amerîka serî li bijardeyên din bide

Dr. Ehmed Şerîfî, pisporê stratejî û leşkerî ji bo Gulan: Heke Iraq daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê cidî negire, ne dûr e Amerîka serî li bijardeyên din bide

 

Dr. Ehmed Şerîfî, pisporê ewlehî, stratejî û leşkerî ye. Berê efserê artêşa Iraqê bûye û yek ji wan navên naskirî ye ku bi berdewamî di kanalên Iraqî û navdewletî de bi eşkereyî li ser pirsên Iraq û herêmê diaxive. Ji bo axaftina li ser rewşa niha ya şerê Amerîka û Îranê, têkelbûna Iraqê di vî şerî de û êrîşên berdewam ên komên çekdar ên "Bereya Berxwedana Îslamî ya Iraqê" bo ser Herêma Kurdistanê, me ev hevpeyvîna taybet ligel wî encam da.

Gulan: Hûn paşeroja danûstandinên navbera Îran û Amerîkayê çawa dibînin? Ew mercên sereke çi ne ku hûn pê bawer in ji bo serkeftina van gotûbêjan û gihîştina bi encameke diyarkirî pêwîst in?

Dr. Ehmed Şerîfî: Meseleya serkeftin an şikesta danûstandinan, bi du mercên sereke ve girêdayî ye: Ma Îran amade ye dest ji bernameya xwe ya atomî berde û gavan ber bi qutkirina têkiliyên xwe bi hevpeyman û komên girêdayî xwe yên li herêmê bavêje? Heke Îran bibe xwedî soz û Amerîka jî bigihîje wê baweriyê ku Îran bi rastî dawî li bernameya xwe ya atomî tîne û têkiliyên xwe bi kom û birîkarên xwe re dibire, wê demê bi baweriya min danûstandin dê serkeftî bin û bigihîjin qonaxeke diyarkirî.

Gulan: Xwendina we bo paşeroja pêvajoya siyasî ya Iraqê piştî hilbijartinan çi ye? Gelo pêkhateya hikûmeta Iraqê di paşerojê de dê bibe cihê razîbûna aliyên navdewletî, an em ber bi avakirina "Hikûmeta Rizgariya Niştimanî" ve diçin?

Dr. Ehmed Şerîfî: Di rastiyê de, Iraq ber bi guhertineke bingehîn û piralî di pêvajoya siyasî de gavan diavêje. Faktora sereke ya vê guhertinê ew e ku encamên hilbijartinan ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ne cihê qenaetê ne; ji ber ku aliyên "welayî" (girêdayî Îranê) piraniya parlamentoya Iraqê kontrol kirine. Bi baweriya min, em ber bi yek ji van her du aliyan ve diçin: Yan pêkanîna hikûmeteke bi temamî serbixwe ku parlamento nekaribe bibe asteng û neçar bibe wê bipejirîne – ku bêguman ev îhtîmaleke dûr e, ji ber ku welayî baş dizanin heke hikûmeteke serbixwe û dûrî hegemonyaya partiyan ava bibe, dê dosyayên gendelî û terorê vebike. Lewma di dawiyê de ez pêşbînî dikim ku em li pêşberî pêkanîna hikûmeteke neasayî an hikûmeteke rizgariya niştimanî bin ku di bin çavdêrî û piştgiriya navdewletî de be.

Gulan: Gelo bi rastî guhertineke bingehîn li Iraqê di rê de ye?

Dr. Ehmed Şerîfî: Belê, bi baweriya min ev guhertin bi tu awayî bi daxwaz û nêrîna partiyên desthilatdar re nagunce. Partî dixwazin bi her bihayî be di desthilatdariyê de bimînin. Li hember vê, Amerîka dixwaze wan ji pêvajoya siyasî dûr bixe, ji ber ku hemû mekanîzmayên berê bişkest ketin. Lewma ez pêşbînî dikim ku vê carê guhertin dê rehendeke navdewletî werbigire û Iraq ber bi guhertineke bingehîn û piralî ve gavan bavêje.

Gulan: Di maweyê vî şerî de, bi berdewamî komên çekdar ên Bereya Berxwedana Îslamî ya Iraqê bi dron û moşekan Herêma Kurdistanê kirine armanc. Pirs ew e, çima Herêma Kurdistanê dibe armanc?

Dr. Ehmed Şerîfî: Derbarê bordûmankirina Herêma Kurdistanê de, bi baweriya min komên çekdar vê yekê wekî kartekî fişar û "îbtîzaza" (reşwekirina) siyasî dijî Amerîkayê bi kar tînin. Armanca wan ew e ku Amerîkayê neçar bikin ku wan di nav hevkêşeya siyasî de bihêle. Ew dixwazin bingeha projeya siyasî an wê sîstema federalî ya ku Amerîka bixwe serperştî û piştgiriya wê dike, bixin bin metrsiyê da ku peyamekê bidin. Lê belê, gelo Amerîka serî ji bo vê peyamê ditewîne? Ev îhtîmaleke dûr e. Belgeya vê jî ew peyama Wezareti Derve ya Amerîkayê ye ku di van rojan de gihîştiye destê hikûmeta Sûdanî; tê de daxwaz hatiye kirin ku divê soz bidin û dosyaya komên çekdar bi yekcarî bigirin, an na "dê helwesta me tundtir be". Ev muhleta ku dane hikûmeta Sûdanî, bi berçavgirtina rewşa herêmê ye, an na ne dûr e bigihîje asta destwerdana leşkerî ji bo hedefgirtina wan koman.

Gulan: Siyaseta Amerîka û stratejiya "jihevkirina qadan" dê çi bandorekê li ser rewşa Iraqê bike? Gelo mirov dikare dosyaya Iraqê wekî dosyayeke siyasî ya serbixwe û veqetandî ji dosyaya Îranê bibîne?

Dr. Ehmed Şerîfî: Amerîka wisa dibîne ku divê bi her dosyayê re bi cuda tevbigere. Dosyaya Îranê pirseke cuda ye û tenê bi karûbarên navxweyî yên wî welatî ve girêdayî ye. Dosyaya Lubnan û Hizbullahê jî bi heman awayî, cuda têne nirxandin. Ji ber vê yekê bû ku Îsraîl pabendî wan rêkeftinên navbera Îran û Amerîkayê nebû, ji ber ku bawer dike "jihevkirina enî û qadan" bingehê sereke ye ji bo çareserkirina krîzên Rojhilata Navîn. Iraq jî beşek e ji vê hevkêşeyê. Pêdivî ye wekî dosyayeke serbixwe û dûrî hegemonyaya Îranê nêzîkî wê bibin. Yanî guhertina siyasî li Iraqê nabe li ser bingeha tawîz û wan sozên ku didin Îranê be, belku divê guhertin li ser bingeha îradeya Amerîkayê bin. Ji ber vê yekê jî komên çekdar fişarê dixin ser Herêma Kurdistanê, ji ber ku Herêm ew mînaka siyasî ya serkeftî ye ku Amerîka piştgiriya wê dike. Bi baweriya min, "sebra stratejîk" a Herêma Kurdistanê û serokatiya wê, dê bibe faktoreke diyarker di guhertinekê de ku ne tenê bi çarenûsa Herêmê ve girêdayî ye, belku çarenûsa tevahiya Iraqê diyar dike.

Gulan: Gelo hikûmeta niha ya Iraqê xwedî wê îrade û şiyanê ye ku çekên komên çekdar kom bike û çek tenê di destê dewletê de bin? Yan berovajî vê rast e û hegemonyaya van koman di nav jiyana dewletê de ji biryar û desthilata hikûmetê bihêztir e?

Dr. Ehmed Şerîfî: Derbarê hewildana hikûmetê ji bo sînorkirina çekan di destê dewletê de, bersiv "na"yeke birî ye. Bûyer îspata vê rastiyê ne. Dema komên çekdar bûn armanc, hikûmeta Iraqê li şûna lêpirsînê, "mafê bersivdanê" da wan û ev kom xistin bin sîwana Heşda Şeibî. Dema Heşd û kom bi hev re hatin lêdan, ew birin nav Wezareta Bergiriyê da ku Amerîkayê bixin rewşeke zehmet, lê di dawiyê de Wezareta Bergiriyê bixwe bû armanca êrîşan, ji ber ku bibû penageha wan koman. Pir eşkere diyar e ku hikûmet di hesabên Amerîkayê de xwedî pêgeheke girîng nîne, bi taybetî ku ev hikûmet tenê karkir e (caretaker) û ji aliyê destûrî ve desthilateke wisa nîne ku pirsên çarenûssaz yekalî bike.

Gulan: Gelo kêşeya rastîn a Iraqê nebûna hevsengiya herêmî ye, yan pirsgirêk di wê de ye ku di pêvajoya siyasî de aqilê "dewletmendarî" ji bo birêvebirina krîzan û anîna geşepêdanê nîne?

Dr. Ehmed Şerîfî: Bêguman Iraq pêdivî bi hevsengiya herêmî û navdewletî heye, lê Iraq ne tenê pêdivî bi siyasetê heye, belku pêdivî bi aqilekî dewletmendariya niştimanî heye ku siyaset û ewlehiyê ava bike û mekanîzmayên geşepêdana berdewam û îstîkrarê deyne. Iraq bêtirî gotarên siyasî yên bilind, pêdivî bi wan aqilan heye ku bikaribin krîzan di asta siyasî, ewlehî, leşkerî û civakî de birêve bibin. Meseleya lihevhatina civakî û rêkeftina niştimanî pêdivî bi aqilê dewletmendarî heye. Di rastiyê de, pêvajoya siyasî li Iraqê ji aliyê elît û aqilên pêgehiştî yên ku karibin welat birêve bibin, feqîr e. Bi gotineke din, ewên ku di navendê de desthilatdar in, dewletmendarî di wan de nîne.

Gulan: Gelo Herêma Kurdistanê dikare guhertineke kalîteyî ya aborî pêk bîne, tevî wan sînorên ku ji aliyê desthilata federal ve li ser hatine danîn? Gelo Iraq bi giştî dikare sûdê ji ezmûnên serkeftî yên cîhanê werbigire, mîna "Ezmûna Japonê" ji bo rabûn û geşepêdanê piştî şer?

Dr. Ehmed Şerîfî: Herêma Kurdistanê xwedî jêderên dewlemend e, lê ev jêder bi biryarên hikûmeta federal hatine sînorkirin. Heke hevkêşeya siyasî biguhere û hikûmeteke federal li gorî daxwaza navdewletî û bi piştgiriya Amerîkayê ava bibe ku elîteke pispor wê birêve bibe, wê demê bêguman em ê ber bi guhertineke kalîteyî ve herin. Di wê rewşê de, ne dûr e Iraq bibe "dilê Rojhilata Navîn".

Derbarê sûdgirtina Iraqê ji ezmûna Japona piştî Şerê Cîhanî yê Duyem, eşkere ye ku Japon welatek bû ket şer û bi hilweşîna aborî ya mezin jê derket. Piştî şer, Amerîkayê projeya geşepêdana berdewam li wir dest pê kir û îradeya gelê Japonê jî kir ku ew welat bigihîje lûtkeya pêşketina aborî ya cîhanê. Japon tenê komek girav e û xwedî tu jêderên xwezayî nîne, lê bû hêzeke mezin a aborî. Nexwe divê rewşa Iraqê çawa be? Welatek ku hem jêderên xwezayî yên bêjimar hene û hem jî xwedî aqil û şiyanên mirovî ye, lê mixabin hemû ev şiyan ji aliyê îdeolojiyan ve hatine sînorkirin. Lewma pir zehmet e Iraq bikaribe mîna Japonê xwe ji nû ve ava bike.

Gulan: Herêma Kurdistanê heta niha helwesta bêlayenî û sebrê li hember êrîş û fişaran meşandiye. Gelo ev pirs heta çi astê dibe faktorek ku kêşe bi Bexdayê re bi rêya diyalogê werin çareserkirin?

Dr. Ehmed Şerîfî: Bi baweriya min, meseleya sebrê ji bo Herêma Kurdistanê pir girîng e, lê divê ev yek ligel berdewamiya têkiliyên navdewletî û xurtkirina têkiliyan bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re be. Divê pir hişyar bin ji her gaveke ku bibe sedema dûrbûna ji Amerîkayê. Kes nikare bêje Amerîka dê dest ji me berde, ji ber ku hebûna têkiliyan bi welatên zilhêz re ji bo rabûna her neteweyekê zerûretek e. Bêguman mirov dikare hûrguliyên xwe hebin û li pey nasnameya niştimanî û jêderên aborî yên xwe bigere, lê ev nayê wê watey ku em pişta xwe bidin zilhêzan. Hemû ew ezmûnên ku xwestin dijayetiya zilhêzan bikin û teoriya "bêminetiyê" meşandin, mîna Kuba, Cemal Ebdu-Nasir, Sedam Husên û Hafiz Esed, hemû gihîştin dawiyeke trajedîk û karesatbar.

Vebûna li rûyê cîhanê pêdivî ye, bi mercê ku em taybetmendiya niştimanî û berjewendiyên xwe winda nekin. Divê em zanibin ka em ê çawa veberhênanê bikin û bi kê re gotûbêj bikin.

 

 

Top