Nêçîrvan Barzanî: Em dê di pêvajoya lêgerîn û vegerandina termên Enfalkiriyan de xemsariyê nekin
Serokê Herêma Kurdistanê di salvegera 38an a Enfalê de peyamek belav kir û got: "Enfal ne tenê tawenek bû hewleke pûç a tunekirina hemû gelekî aştîxwaz bû ku birînên wê heta niha jî di laşê nîştiman de mane."
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got, "Em dê di pêvajoya lêgerîn û vegerandina termên pîroz ên şehîdan bo hembêza nîştiman de xemsariyê nekin û divê her tiştê ku ji destê me tê ji bo xizmeta zêdetir a xizmên Enfalkiriyan were kirin."
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha tekez kir ku li gorî biryara Dadgeha Bilind a Tawanan a Îraqê, berpirsyariya Hikûmeta Federal a Îraqê ye ku qerebûya madî û manewî ya xizmên qurbaniyan bike.
Nêçîrvan Barzanî di vê bîranînê de tekezî li ser wê yekê jî kir ku parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û destkeftan tenê bi hevahengî û xebata hevbeş a hemû aliyên siyasî û pêkhateyan pêkan e."
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê wisa ye:
“Îro em salvegera 38an a biêş a operasyonên bi nav û deng ên Enfala 1988an bi bîr tînin.
Ew tawana hovane ya ku rejîma berê ya Îraqê encam da ku tê de zêdetirî 182 hezar zarok, jin, mêr û ciwanên bêsûc ên Kurdistanê bûn qurbanî.
Enfal ne tenê tawenek bû hewla pûç a ji bo tunekirina hemû gelekî aştîxwaz bû ku birînên wê heta niha jî di laşê nîştiman de mane.
Di vê bîranînê de, em serê xwe li ber giyanê pak ê şehîdan ditewînin û silavên xwe yên dilsoziyê ji bo malbat û xizmên wan ên berxwedêr dişînin.
Li gorî biryara Dadgeha Bilind a Tawanan a Îraqê, em ducare tekez dikin ku berpirsyariya Hikûmeta Federal a Îraqê ye ku qerebûya madî û manewî ya xizmên qurbaniyan bike.
Di asta navneteweyî de, em dê hewlên xwe bidomînin da ku Enfal wekî jenosîd were naskirin.
Wekî erkeke mirovî û nîştimanî, em dê di pêvajoya lêgerîn û vegerandina termên pîroz ên şehîdan bo hembêza nîştiman de xemsariyê nekin û divê her tiştê ku ji destê me tê ji bo xizmeta zêdetir a xizmên Enfalkiriyan were kirin.
Di vê bîranînê de, em tekez dikin ku parastina statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê û destkeftên me, tenê bi hevahengî û xebata hevbeş a hemû aliyên siyasî û pêkhateyan pêkan e.
Ev mezintirîn dilsozî ye ji bo xwîna şehîdan û garantîkirina paşerojeke baştir e, ji bo nifşên me yên ku em bi hêvî ve lê dinêrin.
Silav û rûmet ji bo giyanê pak ê şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê.”
Rudaw
