• Tuesday, 14 April 2026
logo

Profesîdor Lluís Pérez Lozano ji Zanîngeha Pompeu Fabra li Spanyayê ji bo Gulan: Divê mekanîzmayên destûrî aliyên nakok neçarî diyalogê bikin

Profesîdor Lluís Pérez Lozano ji Zanîngeha Pompeu Fabra li Spanyayê ji bo Gulan: Divê mekanîzmayên destûrî aliyên nakok neçarî diyalogê bikin

 

 

Lluís Pérez Lozano, profesîdor e li Zanîngeha Pompeu Fabra li Spanyayê. Ew di lêkolînên xwe de giringiyê dide pirsên girêdayî teoriyên demokrasî û dadperweriyê, bi taybetî balê dikişîne ser xalên qels û bihêz ên lêkolînên taybet bi demokrasîyên hevçerx. Gulan di çarçoveya hevpeyvînekê de çend babet bi wî re gotûbêj kirin, ku taybet bûn bi çonîtiya serederîkirinê bi babet û pirsa veqetîn û serxwebûnê ji aliyê destûrî ve, her weha şirovekirin û nirxandina dozên peywendîdar di vê warî de.

Hûn di lêkolînên xwe de behsa wê yekê dikin ku rêçareya destûrî, an nîv-destûrî heye bo girtina ber mekanîzmaya veqetînê. Em dixwazin bipirsin: Gelo çi garantiyeke saziyî heye ku em pêşniyar bikin daku ev rêçare hêm şer'î be û hêm jî bikaribe bê girtin ber?
Di rastiyê de, heger em vegerin ser ezmûna herêma Quebecê û lê binêrin, em ê bibînin ku ev ezmûn mafekî destûrî yê naskirî dihewîne bo mafê veqetînê, bi awayekî ku em dikarin bibêjin bûye sedema geşepêdana çarçoveyekî sûdbexş - her çend bê kêmasî jî nîne - bo birêvebirina egera veqetîna herêma Quebecê bi awayekî ku serdestbûn û baladestbûnê nehêle. Heger em vê pirsê hûrtir bikin, ev çarçove ne tenê mafekî destûrî bo veqetîna Quebecê çespand, lê belê mafekî destûrî bo veqetînekê anî holê ku bi awayekî yekalî neyê ragihandin. Heger ez vê zêdetir ron bikim, ez dibêjim rast e Quebec ji mafê veqetîna yekalî bêpar kir, lê di heman demê de ew maf ji Kanadayê jî stand ku nekaribe bi awayekî yekalî raya piraniya niştecihên Quebecê bo veqetînê piştguh bike. Bi vî awayî erk û pabendbûn li ser milê her du aliyan çêkir, daku vê nîqaşê di rêya diyaloga niyetpak de yekalî bikin û gef û metirsiya baladestbûnê - çi bi tirsandina kêmaran be an bi hebûna piraniyeke sitemkar - kêm kir ku bû sedema kêmkirina perêzbûn û neseqamgiriyê. Ev mînakeke baş e bo çespandina mafê veqetînê di rêya destûrê re.
Gelo hûn pê we ne ku destûrîkirina mafê veqetînê dibe sedema asayîbûna pirsa tevgerên cudaxwaz û her weha handana wan, an berevajî, ev dibe sedema wê yekê ku seqamgiriyeke zêdetir bê holê?
Zehmet e em karibin bersiveke yekalîker bidin, ji ber ku hejmara dozên peywendîdar bi vê pirsê ve pir kêm in, lê li gorî lêkolîna meydanî ya "Jason Sorens" di pirtûka xwe de bi navê (Veqetîn/Secession) di sala 2012an de, mirov dikare balê bikişîne ser van çend encaman:
Xelk meyila wê yekê dikin ku xwe ji metirsiyê dûr bixin, her weha belge hene ku hejmareke kêm ji wan grûpên ku nasnameyeke (etnîkî) an (neteweyî) hene, piştgiriyê didin veqetînê.
Belge hene ku hebûna rêkarekî yasayî yê peywendîdar bi veqetînê re, dibe sedema handana girtina ber rêçareyek seqamgir û aştiyane bo yekalîkirina pirsa veqetînê û geşepêdana parastina rêkeftinên xwebirêvebirinê. Di rastiyê de, dozê Quebecê balê dikişîne ser vê arasteyê. Zêdebûna girjiya peywendîdar bi veqetînê re li gel Kanadayê (ku gihîşt referanduma peywendîdar bi serweriyê ve di salên 1980 û 1995an de), ev pêş wê yekê bû ku Dadgeha Bilind a Kanadayê di sala 1998an de wî mafî bo Quebecê biçespîne ku bikaribe bi awayekî destûrî, lê ne yekalî, veqete.
Zêde baş e, dewletên demokratîk çon dikarin destûrên xwe bi awayekî dabrêjin ku bikaribin daxwazên cudaxwazî birêve bibin, bêyî ku seranserî şer'iyeta sîstema destûrî bixin bin pirsê an ji nav bibin?
Ji ber ku belgeyên kirdarî di dest de nîn in, zehmet e em bizanibin ev ê çi encamekê bide. Lê belê, dozên peywendîdar bi Quebec û Skotlandê ve wê yekê nîşan didin ku mesele peywendîdar e bi li ber çavgirtina raya hemû aliyên peywendîdar di dema dîzaynkirin û darêştina wan mekanîzmayan de. Heger ji nerîna ezmûna van herêman em lê binêrin, mirov dikare bêje: Ev mekanîzme dibin sedema bihêzkirina şer'iyeta dewletên demokratîk, ne qelskirina vê şer'iyetê. Lê kêşe ew e ku ev pirs bi radeyek zêde ve girêdayî ye bi çanda siyasî ya dewletê ve, ango ew dewletên ku çandeke nasyonalîst an takrewî hene, bi piranî serî li piştguhkirin an serkutkirina tevgerên cudaxwaz didin heger bijarde di destê wan de be, heta heger ev bibe sedema qelsbûna şer'iyeta wan a demokratîk jî.
Ewa ku peywendîdar be bi doza Katalonyayê ve, gelo çi waneyeke sûdbexş jê tê girtin bo dewletên demokratîk ên din ku rûbirûyê fişara cudaxwaziyê dibin, wek Kanada, Belçîka an Brîtanya?
Ez çêtir dibînim ku arasteya pirsa we berevajî bikim û bêjim: Gelo Spanya û -bi taybetî hêzên wê yên dijî-takrewî- dikarin çi waneyê ji Kanada, Belçîka û Brîtanyayê wergirin? Di niha de Partiya Sosyalîst a Spanyayê gilî dike ku beşekî zêde yê dadgehên bilind ên Spanyayê (ku ji aliyê rastrew û nasyonalîstên Spanyayê ve tên kontrolkirin) şerekî yasayî li dijî hikûmeta Spanyayê -ku sosyalîst birêve dibin- ragihandine. Heta hinek ji serkirdeyên rastrew gefa zîndankirina serokwezîrê wî welatî dikin. Lê rastî ew e ku di navbera salên 2017 û 2019an de Partiya Sosyalîst a Spanyayê piştgiriya heman van rêkar û mekanîzmayan dikir ku li dijî serkirdeyên serxwebûnxwazên Katalonyayê dihatin girtin ber. Ango gava tu bixwe piştgiriya rêkarên takrewane dikî li şûna piştgirîkirina mekanîzmayên demokratîk di dema serederîkirinê bi mûarizên xwe yên siyasî re, dibe ku tu bizanibî kengî ev rêkar dest pê dikin, lê tu nizanî kengî bi dawî dibin. Bi giştî, ew rêkarên ku li Kanada, Brîtanya û Belçîkayê bo pirsa veqetînê hatin girtin ber, pir tendurusttir in ji wê rêçareya ku li Spanyayê hat peyrewkirin, herî kêm ji nerîna demokratîk ve.
Di peywendiya bi doza Katalonyayê ve, divê çon serederî bi raya giştî û piraniya demokratîk re bê kirin, li hemberî kोट û bendên destûrî û mafê kêmaran di nava wan herêman de yên ku dixwazin veqetin?
Ez pê we me ku xala sereke û pirsa bingehîn di vê warî de ew e ku divê mekanîzmayên destûrî aliyên cuda yên nakok neçar bikin, an qadê ji wan re vekin ku diyalogê bi hev re bikin derbarê karnameyên xwe de, ew jî li gorî wê piştgiriya cemawerî ya ku hene. Bi diltêperî (bêguman) ev nayê wê wateyê ku nabe di vê pêvajoyê de "serketî û binketî" hebin, ji ber ku di pêvajoya biryardana demokratîk de bi awayekî ji awayan her dem hinek alî hene ku serketî ne û hinek aliyên din jî binketî ne, lê heta di van rewşan de jî divê raya hemû aliyan li ber çav bê girtin di peywendî bi yekalîkirina wê yekê de ku divê ev biryar çon bên cîbicîkirin. Divê sazî bi awayekî bên avakirin ku yekalîkirina nakokiyê bi awayekî aştiyane û demokratîk be, daku tu aliyek bi temamî "binketî an serketî" nebe. Ev awayê karkirina demokrasiyê ye di peywendî bi biryara wê de ku divê kî desthilata yasadanînê an desthilata cîbicîkirinê di dest de be û divê ev desthilat çon bên bikaranîn. Ez ti sedemekê nabînim ku heman tişt neyê girtin ber di peywendî bi nakokiya siyasî ya peywendîdar bi veqetînê ve, çi li Katalonyayê be an li her cihê din be.
Hûn çon li rola yasaya navdewletî an aliyên derve dinêrin di geşepêdana norm û çaverêyiyên taybet bi cudaxwaziyê ve?
Ez pê we me ku aliyên navdewletî dikarin roleke giring bibînin wek navbeynkarekî kêm an zêde bêalî di yekalîkirina nakokiya peywendîdar bi cudaxwaziyê ve. Rast e bê kêmasî nîn in -kes 100% bêkêmasî nîne-, lê di nakokiya navbera dewlet û civaka cudaxwaz de, cihê xwe ye em guman bikin ku civakên cudaxwaz bi zehmet baweriyê bi saziyên navendî yên dewletê tînin, ku bi awayekî asayî divê navbeynkarekî nîv-bêalî bin di nakokiyên navxweyî de, bo mînak dadgehên destûrî. Bi diltêperî (bêguman) heta ku hinek mekanîzmayên saziyî nebin bo serederîkirinê bi nakokiya peywendîdar bi veqetînê ve -bi awayekî giştî ewê ku taybet be bi xwedîderketina xakê ve-, hebûna rêkar û rêçareya destûrî baştir e ji wêya ku tu mekanîzme û awayekî din nebe, lê divê ev rêçareyên kirdarî bin, ne rêyên girtî û nabe bibin sedema gihîştina bi xitimbûnê (bestsing).

 

 

Top