• Tuesday, 14 April 2026
logo

Dr. Murşîd Xeznewî, Pisporê Şerîat û Zanistên Îslamî ji bo Gulan: Serok Barzanî wek rêberekî neteweyî, karîye bîra neteweyî bike sîwaneke kombexş ji bo hemû parçeyên Kurdistanê

Dr. Murşîd Xeznewî, Pisporê Şerîat û Zanistên Îslamî ji bo Gulan: Serok Barzanî wek rêberekî neteweyî, karîye bîra neteweyî bike sîwaneke kombexş ji bo hemû parçeyên Kurdistanê

 

Dr. Murşîd Xeznewî, Pisporê Şerîat û Zanistên Îslamî ji bo Gulan: Serok Barzanî wek rêberekî neteweyî, karîye bîra neteweyî bike sîwaneke kombexş ji bo hemû parçeyên Kurdistanê

 

Di qada siyasî û zanistî ya kurdî de, kêm in ew kesayetên ku bikarin di heman demê de nûnertiya resenatiya olî û dîtina vekirî ya neteweyî bikin. Di vê hevpeyvîna taybet de, em mêvandariya zana û bîrmendekî dikin ku ji malbateke tijî zanist û qurbanîdanê tê; "Dr. Murşîd Xeznewî", kurê şehîd Şêx Maşûq Xeznewî.

Dr. Murşîd Xeznewî ku xwediyê bawernameya doktorayê ye di zanistên îslamî de, ne tenê wek kesayetiyekî olî û pisporê şerîatê derketiye pêş, lê wek dengekî aqilane û navendî, her tim hewl daye ol û îdeolojiyê bixe xizmeta doza rewa ya gelê xwe. Ew ku ezmûna gotarxweniyê li bajarên girîng ên wekî Hesekê û Şamê hebûye û xwedî pêgeheke civakî û olî ya bihêz e, di vê hevpeyvînê de bi hûrgulî û bi dîtineke stratejîk diçe nav kûrahiya mijarên çarenûssaz.

- Guhertin û şer heta çi astê pirsa kurdî ji mijareke navxweyî veguhertin bo mijareke navneteweyî?

Dr. Murşîd Xeznewî: Guhertinên kûr ên çend dehsalên dawî û lawaziya dewletên navendî, pirsa kurdî ji mijareke navxweyî û piştguhkirî veguhertin bo mijareke navneteweyî ya bandordar. Ji bo demeke dirêj mafên kurdan di çarçoveya sînoran de hatibûn girtin, lê rûdanan îspat kir ku piştguhkirina gelekî mezin, herreşe ye bo ser ewlehiya hemû navçeyê.

Ev navneteweyîbûn ne bi tesadufî, lê berhema xebateke tije qurbanî û zanyariya serokatiyê bû di qezenckirina derfetên dîrokî de. Kurdan bi rûbirûbûna terora navneteweyî, îspat kirin ku ne tenê hêzeke serbazî ne, lê karakterekî siyasî û exlaqî ne ku dikarin di bin sexttirîn rewşan de aramiyê biparêzin.

Şeran perde ji ser şikesta sînorên çêkirî rakirin û tekez kirin ku kêşeyên neteweyî bi zora hêzê nayên jêbirin. Niha ku cîhan wekî hevkarekî stratejîk li kurdan dinêre, berpirsiyariyeke mezintir dikeve ser milê wan, ew jî pêşkêşkirina dîtineke siyasî ya yekgirtî û gihîştî ye bo çespandina mafên wan ên rewa. Di dawiyê de, ev pêgeha niha ku bi xwîna qurbaniyan û hûrbîniya siyasî bi dest hatiye, destkefteke dîrokî ye û tenê bi yekrêzî û dûrketina ji perçebûnê tê parastin.

- Rola Serok Barzanî di pirsa neteweyî de çi ye û heta çi astê karîye parçeyên Kurdistanê nêzîkî hev bike?

Dr. Murşîd Xeznewî: Axaftin li ser rola Serok Mesûd Barzanî, axaftin li ser qonaxeke zîndî ya dîroka hevçerx a kurd e, ku wek rêberekî neteweyî, karîye di nav cerga aloziyên siyasî û ewlehî yên navçeyê de, parastina nasnameya neteweyî ya kurd bike. Barzanî tekezî li ser wê rastiyê kir ku kurd tevî dabeşkarîya cografî, yek neteweyê xwedî yek çarenûs e.

Serok Barzanî bi rêya dîplomasî û pêgeha siyasî ya xwe, bûye pira peywendî û guftûgoyê di navbera hêzên kurdî yên parçeyên cuda de. Yek ji diyaritirîn destkeftên exlaqî û neteweyî yên wî, hewlên wî yên berdewam bûne ji bo rêgirtin ji xwînrijandina navxweyî û kêmkirina girjiyan, ji ber ku parastina tebayiya navbera kurdan bi bingeha keramet û manê zaniye.

Her çend nêzîkkirina parçeyên Kurdistanê projeyeke giştgir e û pêdiviya wê bi îradeya hemû aliyan heye, lê Serok Barzanî karîye bingehê wê nêrîna neteweyî deyne, ku yekgirtinê li pêşiya dabeşbûnê datîne. Kar û têkoşîna wî jî beşeke sereke ye ji wî rêڕewê dîrokî ku armanca wê komkirina hêz û enerjiya kurd e di pêxema paşerojeke geştir de. Bi kurtî, rola Serok Barzanî di çespandina bîra neteweyî de wek sîwaneke kombexş, di dîrokê de bi geşî dimîne.

- Di van şeran de, giringiya wê mantiqê çi ye ku Barzanî peyrew kiriye da ku Kurdistan nebe beşek ji mîhwerên hevrikiyê?

Dr. Murşîd Xeznewî: Navçe di salên borî de bûye qada hevrikiyeke vekirî di navbera hêzên herêmî û navneteweyî de. Her aliyekî jî hewl daye aliyên din bikişîne nav mîhwer û planên xwe. Di rewşeke wisa de, biryara siyasî ya biaqil ew e ku gelê xwe ji wan şeran dûr bixînî ku tu peywendiya te ya rasterast bi wan re nîne û wan nekî sotemeniya hevrikiyên din. Li vir giringiya wê rêbaza Serok Mesûd Barzanî derdikeve ku rêgirî kir di wê de ku Kurdistan bikeve nav mîhwerên şer.

Ev helwest ne tenê hilbijartineke siyasî bû, lê hilbijartineke stratejîk bû ji bo parastina aramiya navxweyî, parastina saziyên herêmê ji herreşeya lawazbûnê û dûrxistina gel bû ji encamên wan şerên mezin ên ku di ser şiyana herêmê re ne. Ji ber ku çûna nav mîhwerên hevrikiyê tê wateya ji destdana serxwebûna biryardanê, ku dihêle herêm bibe qada yekalîkirina hîsabên hêzên derveyî.

Ji ber vê, siyasetek "bêlayeniya erênî" bûye parêzerek ji bo herêmê ji şerên wekaletê (niyabetî), û kiriye ku Hewlêr bibe navendeke dîplomasî ya navneteweyî ne qada şer. Ev rêbaz wêneyê kurdan li ber çavê cîhanê parastiye û nîşan daye ku hêzeke berpirsiyar e û hewl nade alozî zêde bibe, lê aramyê dixwaze.

- Li wan welatên ku kurd tê de dabeş bûne û tundbûna tayifegeriyê tê de zêde dibe, pêwîst e kurd çi bikin?

Dr. Murşîd Xeznewî: Zêdebûna tayifegeriyê li navçeyê ne tenê kêşeyeke civakî ye, lê guhertineke siyasî ya kûr e ku hawisengiya hêzê diguhere. Di vê rewşa aloz de, berpirsiyariya kurdan giran dibe; ji ber ku kurd xwedî dîrokeke dûrî şerên mezhebî ne û her tim wek faktorekî aramî û hawisengiyê hatine naskirin.

Zîrekiya kurdan di wê de ye ku vê rolê biparêzin û nebin beşek ji hevrikiyeke tayifî ku ne sûda wê bo paşeroja wan heye û ne jî bo navçeyê. Çûna nav vî cureyî şeran tê wateya ji destdana serxwebûna biryardanê û bûn bi sotemeniya lîstika hêzên herêmî. Berevajî vê, pabendbûn bi nasnameya neteweyî û parastina "bêlayeniya erênî", pêgeha kurdan wek hêzeke serbixwe biheztir dike.

Ji aliyê civakî ve, civaka kurdî pirreng e û parastina vê pêkvejiyanê pêdiviya wê bi hişyariya siyasî û saziyên medenî heye. Ji aliyê olî ve jî, tayifegerî "fitne" ye û civakê hildiweşîne, lewma pêwîst e kurd bibin dengê aqil û faktora aramkirina qeyranan.

- Kurd çawa dikarin hevsengiya herêmî û qeyana xwe biparêzin?

Dr. Murşîd Xeznewî: Parastina hevsengiya herêmî di navçeyeke pir aloz de, her çend karekî hêsan nebe jî, lê ji bo kurdan pêdiviyeke hebûnî (wicûdî) ye. Ew cografyaya ku em tê de dijîn, ji aliyê hêzên herêmî yên mezin ve hatiye dorpêçkirin, ku her yek ji wan xwedî berjewendiyên taybet e. Lewma her têkçûnek di vê hevsengiyê de, rasterast bandorê li ser gelê kurd û paşeroja wê ya siyasî û civakî dike.

Hêza kurdan ne di wê de ye ku alîgiriya mîhwerêkî li dijî mîhwerêkî din bike, lê di şiyana avakirina peywendiyeke hawiseng bi hemûyan re serçavê digire, bêyî paşkoyetî û dijminatiyeke çêkirî. Herwiha, parastina qeyana kurd bêyî yekrêziya navxweyî pêknaye. Maleke perçebûyî nikare rêza xwe li ser kesî ferz bike.

Ji dîtineke stratejîk ve, aboriyeke bihêz yek ji giringtirîn amrazên parastinê ye. Ew civaka ku ji aliyê aborî ve pişta xwe bi xwe dibestîne, kêmtir rûbirûyî bacgiriya siyasî (îbtîzaz) dibe. Kurd îro li ber derfetekî dîrokî ne ku xwe wek hêzeke berpirsiyar bi cîhanê bidin naskirin.

- Helwesta kurdan li Rojava li hember êrîşên li ser Herêma Kurdistanê çawa dinirxînin?

Dr. Murşîd Xeznewî: Helwesta gelê Rojava li hember êrîşên li ser Herêma Kurdistanê, derbirîneke rastgo ye ji hevsengiya di navbera du parçeyên neteweyê de di dema tengasiyê de. Rojava bi serokatî û gelê xwe ve, bi daxuyaniyên fermî û xwepêşandanên cemawerî, tekez kirin ku ewlehiya Herêmê beşeke jêneveqetiyayî ye ji ewlehiya giştî ya kurd.

Ji aliyê din ve, Herêma Kurdistanê di qonaxên sext de her tim piştgiriya siyasî û mirovî bo Rojava dabîn kiriye. Ev nîşan dide ku peywendiyên wan ne demkî ne, lê peywendiyeke neteweyî û birayane ne. Helwesta Rojava peyamekî ron e: Neteweya kurd her çend di qeyranê de be jî, dikare di dema metirsiyê de wek yek cîsmî bi hev re bisekine.

- Çawa dikare diruşma yekbûn û yekgirtinê ji gotarê ber bi pratîkê ve bê veguhastin?

Dr. Murşîd Xeznewî: Diruşma "yekbûn" pir tê bikaranîn, lê pir caran wek diruşmeke bê kiryar maye. Ji bo guhertina vê bo pratîkê, pêwîstî bi van gavan heye:

Nasîna rastiya rewşa her parçeyekî: Yekîtiya rastîn li ser jêbirina cudahiyan ava nabe, lê li ser têgihîştin û birêvebirina wan cudahiyan ava dibe.
Avakirina baweriyê bi rêya helwestan: Pêwîst e tohmetên "xiyanetê" bi dawî bibin da ku guftûgo bibe bingeh.
Avakirina çarçoveyeke saziyî ya mayînde: Pêdiviya me bi saziyeke neteweyî ya hevbeş heye bo hevahengî di mijarên ewlehî, peywendiyên derve û medyayê de.
Rêkxistina gotara medyayî: Pêwîst e "Peymana Şerefa Medyaya Kurdî" bê danîn bo parastina pîroziyên neteweyî.
- Ol û îdeolojî dikarin çi rolekê di xizmetkirina neteweya kurd de bilîzin?

Dr. Murşîd Xeznewî: Ol û îdeolojî di bingeh de peyamên kûr in ji bo avakirina mirov û civakê, lê dema dibin amûra hevrikî û ferzkirina serdestiyê, dibin sedema parçe-parçebûnê. Metirsîdartirîn herreşe bo ser kurdan, "bi-siyasîkirina olê" û "bi-olîkirina siyasetê" ye.

Rola rastîn a ol û îdeolojiyê di sê xalên stratejîk de kom dibe:

Bibin çavkaniya behayên bilind bo bihezkirina tebayiya civakî, ne sedema tekfîrê.
Wek amûra hişyariya siyasî û mirovî bên bikaranîn.
Di bin sîwana nasnameya neteweyî de kom bibin, bi şêweyekî ku kurdbûn bibe sekoya hemû cudahiyan.
Heger ev hawisengî bê parastin, ol wek hêzeke exlaqî û îdeolojî wek amûra rêkxistina fikrî dimînin û netewe jî di rûbirûbûna pirsgirêkan de yekgirtî dibe.

Top