• Tuesday, 14 April 2026
logo

Kawa Resûl Nêrweyî: Divê daxwaz ji welatên hevpeyman bê kirin ku alîkariya leşkerî ya rastîn û sîstema parastina asmanî ji bo Herêmê dabîn bikin

Gulan Media April 13, 2026 Raport
Kawa Resûl Nêrweyî: Divê daxwaz ji welatên hevpeyman bê kirin ku alîkariya leşkerî ya rastîn û sîstema parastina asmanî ji bo Herêmê dabîn bikin

Kawa Resûl Nêrweyî: Divê daxwaz ji welatên hevpeyman bê kirin ku alîkariya leşkerî ya rastîn û sîstema parastina asmanî ji bo Herêmê dabîn bikin

 

Di niha de herêm di qonaxeke tijî alozî û girjiyeke bêhempa re derbas dibe, ku dikare wekî şerekî berfireh û demdirêj bê wesfkirin. Di nav cergera van milmilaneyan de, Herêma Kurdistanê rûbirûyî metirsiyeke cidî û rasterast bûye, ku ew jî herêşeya berdewam a wan grûpên milîs e ku li derveyî çarçoveya yasayî û desthilata hikûmeta fîderal a Iraqê kar dikin. Ev grûpên ku bi eşkere dijminatiya xwe bo qewareyê (statoya) Herêmê radigihînin, tenê hêzeke navxweyî nîn in, belkî wek amrazê ajandaya welatên herêmî, bi taybetî Îranê, têne bikaranîn ji bo têkdana seqamgiriya Herêmê û paldana wê bo nav şerekî wekaletê (Proxy War) ku tu peywendiya wê bi berjewendiyên gelê Kurd re nîn e.

Ev rewşa nexweş di warê jeopolîtîk û jeostratejîk de, nîşaneyeke metirsîdar e. Gava ku dewleta Iraqê nikaribe serweriya xak û sînorên xwe biparêze, Herêma Kurdistanê dikeve nav valahiyeke ewlehiyê de. Milîsên ser bi Heşda Şeibî hemû hewildana xwe didin da ku Herêmê bikin meydana yekalîkirina milmilaneyên navdewletî. Heke Iraq berdewam bibe li ser vê lawaziya xwe, hingê Herêm tenê wek herêmeke nearam namîne, belkî derbasî qonaxeke dijwartir dibe ku tê de şerê wekaletê rasterast di nav xaka Kurdistanê de dest pê dike, ev jî herêşeyeke bingehîn e bo ser jiyan û bjiwî û paşeroja hevwelatiyan.

Yek ji mezintirîn kêşeyên dîrokî yên Kurd, meseleya «pênasekirina dijmin» bûye. Bi dirêjahiya bihan salan, partiyên siyasî nikaribûne pênaseyekî hevpar û neteweyî bo dijmin û metirsiyan bikin, belkî her dem di çarçoveya berjewendiyên hizbî yên teng de li rûdanan nêrîne. Lê belê di vê qonaxa hestiyar de, ku êrîşa dron û mûşekan tu cudahiyê naxin navbera Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê, divê em vê rastiyê fêm bikin ku metirsî hevpar e و dijmin jî heman dijminê klasîk e ku dixwaze qewareyê destûrî yê Herêmê hilweşîne. Ji ber vê yekê, dema wê hatiye ku berjewendiyên hizbî werin alaqandin û ajandayeke niştimanî ya demdirêj bê darêştin ku her kesî li dora yek armancê kom bike.

Derbarê rêkarên yasayî de di asta navdewletî de, pêwîst e em rastbîn (waqi'bîn) bin. Herêma Kurdistanê ji ber ku ne welatekî serbixwe ye û wek herêmeke fîderal di nav Iraqê de tê pênasekirin, nikare rasterast gilî li dadgeha navdewletî tomar bike. Ev astengeke yasayî ye, lê nayê wê wateyê ku em destwerbest bimînin. Herêm divê bi rêya guşarxistina ser hikûmeta Iraqê û bikaranîna kanalên dîplomatîk ên bibandor ên xwe, dengê mezlûmiyeta gelê Kurd bigihîne civaka navdewletî.

Ji bo parastina qewareyê destûrî yê Herêmê di vê gêjawê de, pêdiviya me bi stratejiyeke giştgir heye. Xala destpêk û bingehîn a vê stratejiyê, dirustkirina yekdengiya niştimanî ye. Pêwîst e serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê, bi rêberiya cenabê Serok Mesûd Barzanî, civîneke berfireh û niştimanî encam bidin, ji bo pêkanîna bereyeke yekgirtî.

Ji aliyekî din ve, pêwîst e hêza Pêşmergeyê Kurdistanê wek yekane hêza parêzera niştiman, bihêztir û rêkxistîtir bibe. Divê em rê nedin ku Pêşmerge wek hêzeke hizbî bimîne, belkî divê bibe artêşeke niştimanî ya yekgirtî ku şiyana berevaniyê ji her bihosteke xaka Kurdistanê hebe. Di heman demê de, divê daxwaz ji welatên hevpeyman bê kirin ku tenê bi daxuyaniyên siyasî نewestin, belkî alîkariya leşkerî ya rastîn û sîstema parastina asmanî bo Herêmê dabîn bikin, da ku em bikaribin bersiva êrîşên xedar ên dron û mûşekan bidin.

Top