• Tuesday, 14 April 2026
logo

Hezel Herorî, Pispora Zanistên Navneteweyî li Dihokê: Lobîkirin û bikaranîna ragihandinê ji bo nîşandana mezloomiya gelê Kurd, amrazeke girîng a cenga dîplomatîk e

Gulan Media April 13, 2026 Raport
Hezel Herorî, Pispora Zanistên Navneteweyî li Dihokê: Lobîkirin û bikaranîna ragihandinê ji bo nîşandana mezloomiya gelê Kurd, amrazeke girîng a cenga dîplomatîk e

Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem tekezî li ser siyaseta bêalîbûnê û dûrketina ji hevrikiyên herêmî kiriye. Lê belê rastiya meydanî nîşanên cuda dide. Balafirên bêfirokevan (drone) û moşekên balîstîk bi berdewamî serweriya axa Herêmê binpê dikin û ewlehiya hemwelatiyan dixin metirsiyê. Ew grûpên çekdar û milîsên ku li dervayî çarçoveya qanûnî ya hikûmeta federal a Iraqê kar dikin, bi eşkere dijayetiya Herêmê dikin û hewl didin bi zorê Kurdan bikişînin nav eniyeke şer ku tu feydeya wê ji bo berjewendiyên bilind ên gelê Kurd nîne. Li vir, bêdengî an lawaziya helwesta Bexdayê li hember van binpêkirinan, ne tenê şerîyeta dewleta Iraqê dixe bin pirsê, belku nîşana xemsariyeke destûrî ye di parastina hemwelatiyên Herêmê de.

Ev êrîş ne tenê armancên serbazî ne, belku stratejiyeke darêjraw in ji bo têkdana jêrxana aborî, sektora perwerdehiyê û sektora geştiyariya Kurdistanê. Dema ku ji ber gefên dronan deriyên dibistan û zanîngehan têne girtin û hinardeya neftê tê rawestandin, ew tê wê wateyê ku neyar dixwazin îradeya jiyanê di nav xelkê Kurdistanê de bikujin. Di vê rewşa awarte de, pêwîst e Hikûmeta Herêmê bi wêrekiya xwe rewşa awarte rabigihîne û hemû dezgehên ewlehî û xizmetguzariyê di amadebaşiya tam de bin. Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê, ku her dem parêzera axê bûye, divê bi sîstemên berevaniyê yên pêşkeftî bête çekdarkirin, çunre armancgirtina rasterast a Pêşmerge, zulmeke mezin û guherîneke metirsîdar e di yasayên şer de.

Ji bo rûbirûbûna van gefan, pêdiviya me bi "yekdengiyeke neteweyî ya rastîn" heye. Yek ji girftên dîrokî yên Kurd, nebûna pênaseyek hevbeş bûye ji bo dijmin. Niha ku metirsî gihîştiye her aliyekî, divê partiyên siyasî berjewendiyên partiyetî yên teng bidin aliyekî û li bin siya serkirdayetiyeke yekgrtî, ajendayeke stratejîk a neteweyî deynin. Pêwîst e helwesta her kesî li hember wan êrîşên ku li ser saziyên Herêmê û malên serkirdeyan têne kirin, yekdeng û tund be. Parastina Kurdistanê ne tenê erka hikûmetê ye, belku babetekî exlakî, olî û neteweyî ye ku divê her takekî Kurd tê de beşdar bibe.

Di asta navxweyî de, divê hişyariyeke ewlehiyê ya zêdetir hebe. Hebûna rêjeyeke zêde ya kesên biyanî û awareyan di nav bajaran de, di dema qeyranan de dikare wek metirsî bête dîtin, lewma pêwîst e dezgehên ewlehiyê çavdêriyeke hûrtir û planeke qahîmtir ji bo parastina navxwe hebin. Herwiha wezaretên perwerde û xwendina bilind divê plana hewarçûnê (emergency plan) ji bo parastina xwendekaran di beşên navxweyî de hebe, çunke neyarên me bêwîjdan in û ji çandina karesatan venagerin.

Di asta navneteweyî de, her çend Herêm nikare rasterast biçe dadgehên navneteweyî, lê divê fişarên xwe yên dîplomatîk bi rêya hevpeymanan û Neteweyên Yekbûyî tundtir bike. Divê Amerîka û civaka navneteweyî fêm bikin ku bêdengiya wan li hember terorkirina Pêşmerge û êrîşên moşekî, dibe sedema têkçûna aramiya tevahiya navçeyê. Lobîkirin û bikaranîna ragihandinê ji bo nîşandana mezloomiya gelê Kurd, amrazekî girîng ê vê cenga dîplomatîk e.

 

 

Top