David L. Phillips di gotareke xwe de ji bo Gulan: Rawestandina çûyîn û hatina keştiyên nefthelgir li Tengava Hurmizê, bandoreke neyînî ya pir mezin li ser dahata nefta Iraqê kiriye
David L. Phillips di gotareke xwe de ji bo Gulan: Rawestandina çûyîn û hatina keştiyên nefthelgir li Tengava Hurmizê, bandoreke neyînî ya pir mezin li ser dahata nefta Iraqê kiriye
David L. Phillips, akademîsyen û dîplomatekî Amerîkî yê naskirî ye, niha wekî lêkolînerekî akademîk li Koleja "St Antony's" li Zanîngeha Oxfordê kar dike. Di dema şerê Iraqê de, roleke bibandor di nav hikûmeta Amerîkayê de lîst. Di Daîreya Karûbarên Rojhilata Nêzîk a ser bi Wezareta Derve ve, erk jê re hatibû spartin. Phillips yek ji darêjerên sereke yên projeya "Pêşeroja Iraqê" bû, ku armanca wê birêkxistinkirina welat bû. Karên wî zêdetir li ser çespandina sîstema federalî, bingehên demokratîk û dadperweriya qonaxa veguhêz hûr bibûn. Ji bilî ezmûna xwe ya siyasî, nivîskar û lêkolînerekî jêhatî ye di warê çareserkirina nakokiyên navdewletî û parastina mafên mirovan de. Xwediyê şarezayiyeke bêhempa ye di kêşeyên Rojhilata Navîn û bi taybetî jî pirsa Kurd de. Phillips wek şêwirmendekî pêbawer di gelek navendên biryardanê yên cîhanî de derdikeve û bi berdewamî hewildanên xwe ji bo avakirina aştî û îstîqrarê li navçeyên tijî kêşe terxan kiriye. Di vê gotara xwe ya taybet de ku ji bo kovara Gulanê nivîsandiye, wekî dîplomatekî xwedî ezmûn, bi vî rengî şîroveya şerê niha yê Amerîka û Îranê kiriye:
Wusa dixuye ku şerekî demdirêj di destpêka xwe de ye
David L. Phillips
Baweriyeke berfireh di nav xelkê de heye ku "George W. Bush" di sala 2003an de, bêyî hebûna planeke hûr ji bo îstîqrara rewşa welatê Iraqê di qonaxa piştî şer de, dest bi vê proseya serbazî ya mezin kiribe. Lê di rastiyê de kêşeya sereke "nebûna planê" nebuu, belku kêşeyan tam wê çaxê serî hildan dema ku proseya plandanînê komek asteng û hûrgiliyên pir dijwar derxistin holê. "Neokonservatîf" anku heman parêzgarên nû di nav îdareya Bush de, projeya "Pêşeroja Iraqê" bi temamî piştguh kirin, tenê ji ber ku encamên wê projeyê li gorî dîtinên wan ên siyasî nebûn. Projeya "Pêşeroja Iraqê" hewildaneke pir berfireh a hikûmeta Amerîkayê bû bo plandanînê, bi mebesta rabûna welatê Iraqê ji nav xweliyê nakokiyên xwînawî û avakirina sîstemeke demokratîk a karawa li herêmê. Ez di Daîreya Karûbarên Rojhilata Nêzîk li Wezareta Derve de kar dikir, li wir "Grûpa Karê Prînsîbên Demokratîk" erka darêjtina planeke niştimanî bo federalîzm, rakirina koka partiya Baas û dadperweriya qonaxa veguhêz jê re hatibû spartin. Zêdetirî 200 kesayetên Iraqî di çarçoveya 17 grûpên kar de, şîroveyeke pir hûr û zanistî di 1200 rûpel û 13 bergan de berhem anîn, ku hemû aliyên jiyana siyasî bi rastiyeke tam li xwe digirt.
Di demekê de ku mîna şerê wêranker ê Iraqê di sala 2003an de, di vê şerî de jî tu planeke weha ya pêwîst bo rewşa pêşerojê ya Îranê tunebû. Trump wusa fêm kiribû ku ev dê serkeftineke pir hêsan û bê pirsgirêk be û tu amadekariyeke pêwîst a serbazî û siyasî bo şer tunebû. Îdareya Trump bêyî encamdana tu guftûgoyeke rasterast bi wan Îraniyan re ku rasterast dikevin bin bandora xira ya şer, lez kir di vêxistina agirê vê şerî de. Wan wusa çaverê dikir ku rejîma Îranê bi hêsanî li hember hêza wan serî bitewîne û teslîm bibe. Ew ewqas bi hêza xwe serxweş û piştrast bûn, tenê tekezî li ser destnîşankirina armancên serbazî yên li nav axa Îranê dikirin, li şûna ku planeke giştgir bo qonaxa piştî şer darêjin. Di demekê de ku hikûmeta Amerîkayê bi başî dizanibû ku tu metirsiyeke ewlehî ya bilez tuneye. Trump wusa ragihandibû ku bernameya çekên atomî yên Îranê piştî êrîşên asmanî yên tund ên Hezîrana sala 2025an bi temamî hatiye têkbirin; wî bi vê karê xwe dîtina hemû dezgehên îstîxbaratî yên Amerîkayê piştguh kir, ku pêyan wabû welatê Îranê herî kêm deh salên din ên tam divê da ku bigihe qonaxa berhemhênana yekemîn bombeya xwe ya atomî.
Berî destpêkirina şerê Iraqê di sala 2003an de, îdareya George W. Bush gelek westiyan da ku hevalbendiyeke navdewletî ji welatên dost pêk bînin. Lê Trump berevajî wan, girîngiya hevalbendên xwe pir kêm kir û dema dît ku Îran bi tundî dest bi berxwedanê kir, bi lezûbez ket hewildana komkirin û razîkirina hevalbendên xwe. Trump û Peter Hegseth ê wezîrê şer, hergiz wêneya wê nedikirin ku Îran bi wî rengî êrîşî welatên cîranên xwe li navçeya Kendava Farsê bike. Îranê li Îmaratê êrîşî Ebû Zebî, Dubay û Fuceyreyê kir û ziyaneke zêde gihand damezraweyên neftê, heta ku êrîşî hotêla Fairmont hat kirin û agir pê ket. Herwiha mûşek û dronên Îranê bajarê Riyad û damezraweya mezin a Aramco li Ra's Tannura li welatê Siûdiyê kirin armanc. Kogayên sotemeniyê yên keştiyên pêncem ên Amerîkayê li Behreynê hatin lêdan û bingehên asmanî yên "Udeid" li Qefer û "Ehmed Cabir" li Kuweytê êrîş li ser wan hat kirin. Mûşekên Îranê heta gihîştin Urdun û Omanê jî. Piştî ku Îsraîlê kêlgeha "South Pars" bombebaran kir ku mezintirîn kêlgeha gaza sirûştî ye li nav axa Îranê de, Tehran wekî bertekeke bilez êrîşî kompleksên mezin ên enerjiyê li welatê Qeferê kir û têk bir bi mebesta nîşandana şiyan û hêza xwe li hember hemû wan êrîşan.
Çima îdareya Trump pêşbînî nekir ku Îran dê Tengava stratejîk a Hurmizê bi temamî bigire, ku 20% ji nefta cîhanê tê re derbas dibe? Niha Amerîka ketiye rewşeke panîk û neçariyê û bombeyên cureyê "Bunker Buster" ên pênc hezar poundî bi şêweyekî bi kar tîne ku bi zora çekan tengavê veke.
Di nav hemû welatên herêmê de, Iraq herî zêde ket bin bandora xira ya vê rewşa aloz. Îran û Iraq sînorekî 1500 kîlometre di navbera wan de heye, ku beşeke zêde ya wê sînorî hev sînor e bi axa Herêma Kurdistana Iraqê re. Hêzên Haşda Şeibî, ku grûpeke çekdar a bi hêz û piştgirîkirî ne ji aliyê Îranê ve, di nava du salên borî de qebare û hejmara wan bûye du qat. Niha hejmara çekdarên Haşd nêzîkî nîvê artêşa fermî ya Iraqê ye û budceya wan a salane digihe 2.7 milyar dolaran. Hemû grûpên çekdar ên Şîe yên ser bi Îranê ve, mîna Rêkxistina Bedir û Esaîb Ehli Heq, desthilateke pir reha bi şêweyekî berfireh di nav cumgeyên Iraqê de hene. Haşda Şeibî di rastiyê de baskê serbazî û cîbicîkar ê "Çarçoveya Hevahengî ya Şîe" ye; anku ew hevpeymaniya siyasî ya mezin û bibandor a Şîe ku niha bi temamî kontrola hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî kiriye û bi herî zêde hêz û şiyanê ve li Iraqê biryarên siyasî û çarenivîssaz ên welat bê rawestan dide.
Têkiliyeke pir kûr û bi hêz a bazirganî, siyasî û serbazî di navbera Iraq û Îranê de heye û aboriya her du welatan bi şêweyekî berfireh bi hev re hatine girêdan; bi vî rengî ku niha Îran nêzîkî pêncyeka hemû kelûpelên pêwîst ên bikarhênerên Iraqê dabîn dike. Komara Îslamiya Îranê, Iraq wekî dergehekî sereke bo derbasbûn ji cezayên Amerîkayê û gihîştina bi diravên biyanî yên curbecur bi kar aniye. Li gorî amarên herî nû yên odeya bazirganiya hevbeş a navbera Îran û Iraqê, qebareya pevguhertina bazirganî ya navbera van her du welatên cîran di sala 2024an de gihîştiye nêzîkî 12 milyar dolarên Amerîkî. Niha rawestandina çûyîn û hatina keştiyên nefthelgir li Tengava Hurmizê, bandoreke neyînî ya pir mezin li ser dahata giştî ya nefta Iraqê kiriye, ev jî rasterast kar dike ser budceya giştî û şiyana hikûmeta Iraqê bo dabînkirina mûçeya mehane ya karmendên dewletê.
Ji gava ku şerê mezin di dîroka 28ê Sibatê de bi fermî dest pê kiriye, Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê li Herêma Kurdistana Iraqê bi berdewamî ketiye ber êrîşên mûşekî û dronên curbecur ên Îranê. Digel helgirisandina şer û alozîên serbazî di navbera Îran û Amerîkayê de di mehên borî de, toreke pir berfireh ji grûpên çekdar ên navxweyî yên Şîe yên Iraqê di sengera Îranê de sekinîn û bûn beşek ji êrîşên Îranê bo ser armancên diyarkirî li Herêma Kurdistanê û Iraqê. Li gorî rêkeftina dabeşkirina desthilatê li Iraqê, posta serokwezîrtiyê bo pêkhateya Şîe hatiye diyarkirin, lê hikûmeta Amerîkayê bi tundî li dijî Nûrî Malikî serokê partiya Da'we ye, ji ber ku pê bawer e navborî ji aliyê siyasî û serbazî ve pir nêzîkî welatê Îranê ye û nikare berjewendiyên Amerîkayê biparêze.
Şîe ji aliyê olî ve şehîdbûnê wekî rêz û bexşîneke mezin a xwedayî û fezlêkî bêsînor dibînin. Şerê dîrokî yê Kerbelayê ku di sala 680î ya zayînî de rû da, pêgeheke pir girîng û stratejîk di nav dilê dîrok, nerît û dibistana ramana olî ya Şîe de heye. Li ba şunpêketiyên vê mezhebî, hemû ew êş û zilm û şehîdbûna bi jan a Îmam Husên, bûye semboleke herî bilind bo qurbunîdana bêhempa di pênava serxistina îradeya heq û dadperweriyê bi ser hemû cure zilm û neheqiya serdemê de. Salane di roja Aşûrayê de bîranîneke bi heybet bo vê şerê mezin tê kirin û tê de hemû Şîe wekî nîşandana xemgîniyê û bilindragirtina pileya şehîdbûna Îmam Husên, bi zincîran li laşê xwe dixin. Niha jî ku hikûmeta Îranê berxwedaneke siyasî û serbazî ya pir tund û dijwar li dijî planên Amerîkayê nîşan dide, bêguman ev jî tiştekî çaverênekirî bû ku Trump û Peter Hegseth ê wezîrê şer, ji ber bêagahî û neşarezayiya xwe ya zêde di dîroka dêrîn û çanda olî ya Îranê de, hergiz pêşbîniyeke weha bo wê berxwedanê nedikirin.
Di xwendina min de bo vê rewşê, bi rastî ditirsim ku şerekî pir demdirêj li herêmê, nû di destpêka xwe de be.
