Faiq Zîdan, Serokê Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê: Takekesiya grûpên çekdar di ragihandina rewşa şer de binpêkirina eşkere ya destûrê ye
Faiq Zîdan, Serokê Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê: Takekesiya grûpên çekdar di ragihandina rewşa şer de binpêkirina eşkere ya destûrê ye
Berê sibêya roja Înê 27ê Adara 2026an, Faiq Zîdan Serokê Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê, di gotarekê de bi navê «Ragihandina Rewşa Şer ji Aliyê Destûrî ve», careke din hişyarî da grûpên çekdar ên derveyî yasayê li ser encamên tevlîbûna di şerekî nexwestî de. Zîdan tekez kir ku «ragihandina rewşa şer yek ji metrsîdartirîn biryarên serweriyê ye, ku li gorî destûr û yasayê tenê di desthilata dewleta Iraqê de ye».
Her wiha amaje bi wan rêkarên destûrî kir ku pêwîst e bên girtin da ku bi şêوەyekî destûrî ev biryara çarenûssaz bê dan. Zîdan dîyar kir ku «pêwîst e ragihandina rewşa şer li ser daxwaza hevbeş a Serokkomar û Serokwezîr be û parlamen bi piraniya dengan pesend bike». Tekez jî kir ku «takekesiya grûpên çekdar di ragihandina rewşa şer de, binpêkirina eşkere ya destûrê ye û dibe sedema alozî û tunebûna aramiyê di navanserê Iraqê de».
Bêguman bertekên grûpên çekdar li ser vê hişyariya Zîdan tund û curbecur bûn, lê ji ber girîngiya vê hişyariyê ji bo vê rewşa ku Iraq tê re derbas dibe, em deqa wê wek xwe bi kurmancî belav dikin:
Ragihandina Rewşa Şer ji Aliyê Destûrî ve
Faiq Zîdan
Serokê Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê
Ragihandina rewşa şer yek ji metrsîdartirîn biryarên serweriyê ye ku li gorî destûr û yasayê, tenê û tenê di desthilata dewletê de ye; ji ber ku komek encam û şûnwarên siyasî, serbazî û yasayî yên mezin jê peyda dibin. Li Iraqê, destûrê ev babet bi hûrgulî rêk xistiye, da ku mîsoger bike ku bi nebaşî neyê bikaranîn, her wiha ji bo pêkanîna hevsengiyê di navbera parastina dewletê û parastina pergala demokratîk de.
Destûra Iraqê ya sala 2005an, mekanîzmayeke zelal ji bo ragihandina rewşa şer cîgir kiriye; bi şêوەyekî ku nabe ev biryar bi awayekî yekalî an sererast bê dan, belku pêdivî bi rêkarên destûrî yên diyarkirî heye. Li gorî maddeya (61/ xala nehem) di destûrê de, ragihandina rewşa şer an rewşa awarte li ser bingeha daxwazeke hevbeş a Serokkomar û Serokwezîr dibe, paşê ev daxwaz ji bo pesendkirinê pêşkêşî Encumena Nûneran tê kirin.
Destûrê mercê wê yekê daniye ku divê razîbûna du li ser sêya endamên Encumena Nûneran ji bo ragihandina rewşa şer bê bidestxistin. Ev merc jî nîşana hesasî û metrsîdariya vê biryarê ye û armanc jê mîsogerkirina lihevkirineke niştimanî ya berfireh e berî çûna nav her nakokiyeke çekdarî.
Tê dîtin ku destûra Iraqê çarçoveyeke yasayî ya hûr ji bo ragihandina rewşa şer daniye, ku hevsengiyê diparêze di navbera pêdiviya parastina dewletê ji metrsiyên navxweyî û derveyî û di navbera parastina pergala demokratîk û rêgirtin li sitemkarî û takekesiyê. Ev yek tekeziyê li ser girîngiya pabendbûna bi deqên destûrî dike wek garantiyeke bingehîn ji bo parastina mafên welatiyan û aramiya dewletê.
Reftarên hinek grûpên çekdar û hewildana wan ji bo takekesiyê di biryarên şer û aştiyê de, gefeke cidî ye ji bo serweriya dewletê û aramiya civakê, û dibe sedema aloziya yasayî û ewlehî.
Takekesiya van grûpên çekdar di ragihandina rewşa şer de bi awayekî kiryarî û bi rêya encamdana çalakiyên şer, wek binpêkirineke eşkere ya destûrê tê hesibandin; ji ber ku ev maf tenê ji bo desthilatên destûrî yên şer’î ye ku nûnertiya îradeya gel dikin û di çarçoveyeke yasayî ya rêkxistî de kar dikin. Dema hinek grûp biryareke bi wî rengî didin, rûmeta dewletê lawaz dikin û binemayê serweriya yasayê binpê dikin.
Ji aliyê ewlehî ve, ev cure takekesî dibe sedema peydabûna çendîn navendên biryardana serbazî, ev jî rewşeke tijî alozî û nearamiyê diafirîne û dibe ku welat bêyî hebûna lihevkirina niştimanî bikişîne nav nakokiyên navxweyî an herêmî. Her wiha belavbûna çekan li derveyî çarçoveya dewletê, îhtimala rûdana pevçûnên çekdarî di navbera aliyên cuda yên civakê de zêde dike.
Ji aliyê siyasî ve, ev reftar gefê li pergala demokratîk dixwe, ji ber ku baz dide ser saziyên hilbijartî û rola wan piştguh dike, ev jî dibe ku bibe sedema windakirina baweriya navbera welatî û dewletê. Bi heman awayî, biryarên nefermî yên şer, dibe ku dewletê rûbirûyê îzolekirina navdewletî an cezayên curbecur bike ji ber karên ku nakevin bin sîwana yasayê.
Ji aliyê civakî ve jî, ev rewş bandoreke neyînî li ser jiyana welatiyan dike, ji ber ku xelk di nav tirs û fikaran de dijîn û ji ber berdewamiya girijiyên ewlehî, xizmetguzariyên giştî û aboriya welat zirarê dibînin.
Takekesiya hinek grûpên çekdar di ragihandina rewşa şer de, metrsiyeke mezin e ji bo dewlet û civakê, ji ber ku gefê li serweriya niştimanî dike û pergala yasayî têk dide. Ji ber wê, pêwîst e çek tenê di destê dewletê de be û rola saziyên destûrî bê bihêzkirin ji bo mîsogerkirina ewlehî û aramiyê û avakirina dewleteke bihêz ku li ser bingeha yasa û şer’iyyetê hatibe avakirin.
