• Thursday, 16 April 2026
logo

Li Mereşê êrîş li ser dibistanê hat kirin: Kuştî û birîndar hene

Gulan Media April 16, 2026 Nûçe
Li Mereşê êrîş li ser dibistanê hat kirin: Kuştî û birîndar hene

 Li bajarê Mereşê êrîşî dibistanekê hat kirin. Di encama êrîşê de mamosteyek û 3 xwendekaran jiyana xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin, êrîşkarê 14 salî piştî êrîşê dawî li jiyana xwe aniye.

Piştî bûyera duh a li Sêweregê, îro 15ê Nîsanê li bajarê Mereşê karesateke din li dibistanekê rû da. Parêzgarê Mereşê Mukerrem Unluer agahiyên dawî parve kirin û diyar kir, di êrîşê de mamosteyek û 3 xwendekar hatine kuştin, 20 kesên din jî birîndar bûne. 

Hat ragihandin ku di nav birîndaran de rewşa hinek kesan giran e û dermankirina wan berdewam dike.

Li gorî hûrgiliyên hatine aşkerekirin, êrîşkar xwendekarê pola 8emîn ê heman dibistanê ye. Êrîşkarê 14 salî bi 5 çekan û 7 şarşjoran ketiye nava dibistanê û êrîşî du polên pola 5emîn kiriye. Piştî êrîşê, xwendekarê êrîşkar bi çekê dawî li jiyana xwe jî aniye.

Piştî bûyerê, Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî û Wezîrê Perwerdehiyê Yusuf Tekîn ji bo lêkolînkirina bûyerê ber bi Mereşê ve bi rê ketin.

Ev êrîş di demekê de ye ku duh jî li navçeya Sêwerega Ruhayê, xortekî 19 salî êrîşî dibistana xwe ya berê kiribû; di wê bûyerê de jî mamosteyek hatibû kuştin û 15 kes birîndar bûbûn. 

Dubarebûna van êrîşên li ser navendên perwerdehiyê di kêmtirî 24 saetan de, pêleke nîgaraniyeke mezin û tirsê di nav saziyên perwerdehiyê û malbatên xwendekaran de li seranserî Tirkiyeyê afirandiye.

 

K24

Top