Prof. Dr. Nezaket Husên, endama Bazneya Gotûbêjê: Divê Kurd ji aliyekî ve bi hesasî nêzîkî şer bibin, ji aliyê din ve jî sûdê ji wan derfetan wergrin ku ji bo wan çêdibin.
Prof. Dr. Nezaket Husên, endama Bazneya Gotûbêjê: Divê Kurd ji aliyekî ve bi hesasî nêzîkî şer bibin, ji aliyê din ve jî sûdê ji wan derfetan wergrin ku ji bo wan çêdibin.
Prof. Dr. Nezaket Husên, endama Bazneya Gotûbêjê û endama Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ye, her wiha serekedîtorê rojnameya "Kurdish Globe" ya bi zimanê îngilîzî ye û mamosteya beşê ragihandinê ye li Zanîngeha Silêmaniyê. Di gotûbêja vê carê ya «Bazneya Gotûbêjê» de (Kurdistan di nav aloziya şerekî nexwestî de), bi vî rengî dîtin û pêşniyarên xwe anîn ziman:
Bi baweriya min, ev şer xwedî xwezayeke cuda ye ji hemû şerên berê, mebesta min şerên cîhanî yên mezin û şerên din ên piçûk e. Lewma heta niha nezelaliyek heye ka kî dikare heta dawiyê bêalîbûna xwe biparêze u beşdarî şer nebe. Di heman demê de, kîjan welat nakeve nav şer, kîjan welat bi awayekî nerasterast beşdar e û kîjan welat û parzemîn bêtir dikeve bin bandora encamên şer, an kîjan dê parastî be. Ji bilî ku ev şer şerekî hîbrîd e (têkel e), dîrokî ye, şerê olî ye, mezhebî ye, yê enerjî, aborî û teknolojiyeke pêşketî ye; şerê amûrên zîrek û gelek tiştên din e. Lewma stratejiya şer li cem cîhanê ne zelal e, ji ber ku yên di nav şer de ne, bi taybetî Amerîka, gotarên wan ne zelal in ku armanca wan a tam çi ye û dê heta kengê berdewam bike. Bi dîtina min, ev şer ji her aliyekî din bêtir, şerekî derûnî û psîkolojîk e, ne tenê di navbera welatên şerker de, belkî ji bo tevahiya cîhanê. Mirovan diltirsî heye, bazar aloz bûye, bihayê tiştan kêm û zêde dibe, bandorek li ser bazarê hiştiye, di demekê de ku cîhan piştî pandemiya Korona û şerê Rûsya-Ukraynayê hêj ji qeyrana enerjî û aboriyê nefilitîbû. Lewma rewşek çêbûye ku divê tu çirke bi çirke çavdêriyê bikî da ku bizanî çi diqewime.
Hemû pêşbînî nezelal in û çavdêr û şirovekarên siyasî li hember vê yekê ku ev şer dê bigihe kîjan astê, bêçare mane. Tiştê ku cudahiyeke mezin çêkiriye, gotar û daxuyaniyên serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump e, ku rojane gotar û daxuyaniyên dijber û cuda ji bo cîhan û Amerîkiyan dide. Her çend ez berevajî gelek şirovekaran difikirim li ser van gotaran; ji ber ku yên alîgirên Îranê ne û dijî Îsraîl û Amerîkayê ne, van daxuyaniyan wek paşkeşê û nezelaliya Trump dibînin. Ez bi berevajî, bawer dikim ku ev şer ji bo Amerîka û Îranê jî şerekî giran e û ji bo cîhanê jî wiha ye. Lewma bi dîtina min, ew cure daxuyaniyên cuda yên Trump beşek in ji stratejiya şer û hevdem digel êrişan, bi wan daxuyaniyan rewşê îdare dike da ku bandora wê li ser bazar, biha, enerjî û têkiliyên navdewletî kêm bike. Di heman demê de ji bo hundirê Amerîkayê jî, Trump van daxuyaniyan bi pêwîst dizane heta ku digihe armanca xwe.
Derbarê Kurd û Kurdistanê de, ev şer ne şerê Kurdan e û Kurd ne beşek in ji vê şerî. Lê belê heta ku em bikaribin bi hesasî, bi dîپلۆmasî û bi aramî nêzîk bibin, em dikarin xwe ji ziyanên wî biparêzin. Lê ew jî ne zelal e ka ev hevsengî heta kengê hêsan dibe, ne tenê ji bo Kurdan, belkî ji bo gelek welatên cîhanê jî, ji ber ku em nizanin paşeroja şer ber bi ku ve diçe. Lê bila ji bîra me neçe, ev şer, şerê ji nû ve xêzkirina nexşeya Rojhilata Navîn e. Kurd jî beşekî giring ê nav hevkêşeyên siyasî û cografî yên Rojhilata Navîn in, divê di wê nexşeya nû de maf û çarenivîsa wan diyar bibe. Lewma digel parastina hevsengiyê, divê em li dû wê yekê bin ku ev şer û hevrikiya han çi derfet û fersendan dide me da ku em doza xwe pêş bixin. Tiştê ku ev 100 sal in bi serê Kurdan de hatiye, ji ber nexşeya kevin bûye، ku nabe careke din dubare bibe.
Bila ji bîra me neçe, şerê azadkirina Iraqê ji destê rejîma Saddam, ne şerê Kurdan bû, lê Kurdan karî sûdê ji derfetê wergrin û azadî û serxwebûna Başûrê Kurdistanê jê derket. Bi heman rengî şerê Sûriyê û rejîma Beşar Esed ne şerê Kurdan bû, lê Kurd sûd ji derfetê wergirt û tiştek ji bo xwe li Rojavayê Kurdistanê bi dest xist. Gelo ev şer jî wê derfetê dide Kurdan, an divê em bi xwe li dû wê derfetê bigerin da ku di vê şer û hevrikiyê de parastî bin û destkeftiyek jî ji bo neteweya me hebe û em pêgeh û girîngiya xwe di paşeroja nexşeya nû de bibînin.
