Dr. Salar Osman Berpirsê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistanê... Gotûbêj di nav agirê şerekî nexwestî de
Dr. Salar Osman Berpirsê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistanê... Gotûbêj di nav agirê şerekî nexwestî de
Piştî 28ê Sibata 2026an ve ku ev şerê nexwestî li herêmê dest pê kiriye û pirişkên wî gihîştine Herêma Kurdistanê, "Bazneya Gotûbêjê" du gotûbêj li hola Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê bi rêve birine. Ji bo beşdarên her du gotûbêjan cihê gumanê bû ku gotûbêj di wextê xwe de bên kirin, ev jî ji ber wê rewşa aloz û wî şerê nexwestî bû ku her dem Herêma Kurdistanê bi rokêtên balîstîk û dronên xwekuj dikir hedef.
Bêguman ji bo tekezîkirin li ser encamdana gotûbêjan di wextê xwe de, endamên Bazneya Gotûbêjê civiyan û bi hûrgulî rewş nirxandin. Her wiha giringiya birêvebirina gotûbêjan di wextê xwe de nirxandin û tekez kirin ku encamdana gotûbêjan di demên giran ên şer û qeyranan de ku jê re tê gotin «Gotûbêj di nav agir de – Inside fire Chat», baştirîn mekanîzma ye ji bo dirustkirina yekgotarî û helwesteke niştimanî ji bo derbasbûna bandorên şer û qeyranan.
Her du gotûbêjên «Bandora yekbûna Kurd di nav guhertinên Rojhilata Navîn de» û «Kurdistan di nav gêjera şerekî nexwestî de», rastiya rijdûna Bazneya Gotûbêjê selmand. Selmand ku gotûbêj di nav «agirê şer de» cuda ye ji gotûbêja di dema asayî de. Her wiha selmand ku elîtên niştimanperwer giringiya vê gotûbêjê fêm dikin, lewma rijdûna Bazneya Gotûbêjê wek serkêşî (rîsk) nabînin.
Di nav vê rewşa aloz de, Bazneya Gotûbêjê wek platformeke azad û vekirî, hemû bîr û boçûnên cuda li dora maseyekê kom kirin, ku pêk dihatin ji dengê «Her çar parçeyên Kurdistanê, netewe û olên cuda yên Kurdistanê, partiyên siyasî yên neteweyî, îslamî û çepgir, elît û siyasetmedarên ereb ên Iraqê». Xala hevbeş a hemû van boçûnên cuda, piştgirîkirina wê lojîkê bû ku hewl dide Kurdistan û Iraqê ji gêjera vê şerê nexwestî dûr bixe, ku ew jî lojîka cenabê Serok Barzanî ye.
Gotûbêja vê carê «Kurdistan di nav şerekî nexwestî de» ku di vê hejmara kovara Gulan de bi berfirehî hatiye weşandin, naxwazim herim ser hûrguliyên wan boçûnên bilind ku bi eşkere di vê gotûbêjê de hatine ziman, lê belê ez tekeziyê li ser wê tabloya rengîn dikim ku hesta niştimanperwerî di dema şer û qeyranan de dike nexşerêyek ji bo derketina ji qeyranan, ku li vir bi kurtî amaje bi wan dikim:
• Li ser asta dengê her çar parçeyên Kurdistanê, dirûşma xwebexş «Yek e yek e, Kurdistan yek e» dengê nav gotûbêjan bû û hemûyan tekez dikirin ku divê li ser asta hemû Kurdistanê yek merce û yek biryar hebe.
• Li ser asta dengê netewe û olên cuda yên Kurdistanê, me bi eşkere bihîst ku parastina qewareyê Herêma Kurdistanê berî ku ji bo Kurdan giring be, ji bo silametî û mayîna netewe û olên cuda giringtir e û niha di tevahiya herêma Rojhilata Navîn de tenê li Herêma Kurdistanê pêkvejiyana aştiyane heye.
• Li ser asta partiyên siyasî yên Kurdistanê, bi dengekî bilind me bihîst ku di vê rewşê de ne dema hizbayetiya teng û dabeşkirina partiyên desthilat û opozîsyonê ye, divê em hemû bifikirin li ser parastina qewareyê siyasî yê Herêma Kurdistanê. Ji bo vê jî daxwaz hate kirin ku bilez encûmeneke siyasî bê damezrandin, da ku li Kurdistanê yek merce û yek biryar hebe.
• Li ser asta siyasetmedarên Iraqê, bi wijdan ve rexne li wan neheqiyan girtin ku hikûmeta Bexdayê li hember Herêma Kurdistanê dike. Her wiha rexneyên tund li wan grûpên çekdar ên Heşda Şeibî girtin ku çavên wan bi pêşkeftinên Kurdistanê nakeve û rojane bi dron û moşekan êrîşî ser Kurdistanê dikin.
Dirustbûna van xalên hevbeş ên neteweyî û niştimanî bi awayekî "xwezayî" di nav hola Beşa Rewşenbîrî û Ragihandina PDKê de, ku berhema dûrbînî û lojîka neteweyî û niştimanî ya Serok Barzanî ye, rastiyeke mezin ji bo hemû aliyan eşkere dike: ku cudahî divê li ser bingeha «bawerî, exlaq û rastgoyî» bi hev re diyalogê bikin û bi hev re gotareke hevbeş ava bikin û bi hev re netewe û niştiman ji qeyranan derbas bikin.
Ezmûna Bazneya Gotûbêjê ku sê sal bi serkeftî û bi berhema 36 xelek û şeş pirtûkên qebare mezin bi her du zimanên Kurdî û Erebî derbas kir, niha di nîveka yekem a sala çarem de berdewam e. Vê yekê nîşanî hemû aliyan da ku cudahî çi siyasî bin, çi neteweyî an olî bin, hevdu jê nabin, belku hevdu temam dikin. Her wiha nîşan da ku lojîka dewletmetdarî ji bo dewletdariyê hemû sêktorên civakê bi hev re kom dike û bi hevsengî ber bi pêş ve dibe û çareseriya guncaw ji bo kêşeyên cuda dibîne. Di ser her tiştî re, nîşan da ku divê siyaset tenê yek wateya wê hebe, ew jî «Parastina serweriya niştiman û xweşguzariya hemwelatiyan e» ku ev jî armanca fîkr û eqîdeya Barzan e ku «Mirovahî, Xwedênasî û Niştimanperwerî» dixe serê hemû prensîbên din.
