• Tuesday, 21 April 2026
logo

Mesrûr Barzanî Cejna Ekîto li Kildan, Aşûr û Siryaniyan pîroz kir

Mesrûr Barzanî Cejna Ekîto li Kildan, Aşûr û Siryaniyan pîroz kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Cejna Ekîto û Sersala nû ya Kildan, Aşûrî û Siryanan, peyameke pîrozbahiyê weşand.


Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 1ê Nîsanê li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" peyamek belav kir û tê de got: "Ez Cejna Ekîto û Sersala nû li xwişk û birayên Kildan, Aşûrî û Siryan ên li Kurdistan û seranserê cîhanê pîroz dikim."

Cejna Ekîto yan jî Sersala nû ya Babîlî û Aşûrî, her sal di roja yekem a meha Nîsanê de tê pîrozkirin. Ev cejn ji bo pêkhateya Xirîstiyan wekî cejneke neteweyî tê dîtin û dîroka wê vedigere zêdetirî 5 hezar sal berî zayînê.

Xirîstiyanên li Iraq, Herêma Kurdistanê û cîhanê her sal bi kincên xwe yên neteweyî û bi şahiyên curbecur vê rojê pîroz dikin. Yek ji çalakiyên herî girîng ên vê cejnê "Meşa Binevşî" ye. Şahiyên Ekîtoyê bi giştî 12 rojan didomin û çalakiyên mîna geşt û seyranan jî li xwe digirin.

Li Herêma Kurdistanê ji sala 1992an û vir ve, pêkhateya Xirîstiyan li deverên cuda bi azadî cejnên xwe pîroz dikin. Bi taybetî li parêzgeha Duhokê, her sal bi amadebûneke mezin şahiyên Ekîtoyê tên lidarxistin.

 

 

Top