• Monday, 20 April 2026
logo

Keştiya firokehilgir "USS Gerald Ford" vegeriya Rojhilata Navîn

Gulan Media April 20, 2026 Nûçe
Keştiya firokehilgir

Di dema ku amadekarî ji bo gera nû ya danûstandinên li Pakistanê berdewam dikin, Amerîkayê firokehilgireke din şand navçeyê û li Deryaya Erebî hêza xwe ya serbazî kir yek.

Tora "CBS News" ji zarê berpirsekî Amerîkî ragihand, firokehilgira "USS Gerald Ford", ligel du keştiyên wêranker, vegeriya navçeyê. Hat diyarkirin ku firokehilgir ji Kanala Suweysê derbasî Deryaya Sor bûye û niha gihîştiye cihê ekê xwe.

Li gorî ajansa "Bloomberg", firokehilgira Gerald Ford li bakurê Deryaya Erebî gihîşt firokehilgira "USS Abraham Lincoln" ku ev demeke li navçeyê di erkê xwe de ye. Ev yek nîşan dide ku Amerîka amadekariya hemû egeran dike, tevî ku pêvajoyeke dîplomatîk li holê ye.

Gerald Ford di meha Adarê de ji ber rûdana agirekî navxweyî, neçar mabû operasyonên xwe yên serbazî rawestîne.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî li hemberî van liv û tevgerên serbazî yên Amerîkayê bertek nîşan da. Araqçî ragihand, zêdekirina hêza deryayî, dorpêça li ser benderan û gefên li ser peravên Îranê, "binpêkirineke aşkere ya agirbestê" û geşepêdaneke "nepirsiyarane" ya alozî û rageşiyê ye.

Ev geşedanên serbazî di demekê de ne ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû, nûnerên wan roja îro 20ê Nîsanê diçin Îslamabadê, paytexta Pakistanê. Armanc ew e ku gera duyem a danûstandinan bi Îranê re were destpêkirin.

Pakistan niha hewildanên xwe yên dîplomatîk zêde kirine, da ku maseya danûstandinan biparêze. Tê pêşbînîkirin ku roja sêşemê yan çarşemê hevdîtinên rasterast dest pê bikin, lê belê heta niha Tehranê biryara xwe ya dawî eşkere nekiriye ka dê şandeyekê bişîne Îslamabadê yan na.

 

K24

Top