Wezîrê Berevaniya Îsraîlê: Em ê Başûrê Lubnanê bikin herêmeke leşkerî ya girtî
Wezîrê Berevaniya Îsraîlê ragihand ku ew ê Başûrê Lubnanê bikin herêmeke leşkerî ya girtî û hemû gundên wê ji nav bibin.
Îro 31.03.2026ê, ajansa (Russia Alyoum) bi zimanê Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Yisrael Katz belav kir ku Îsraîl dixwaze Başûrê Lubnanê bike herêmeke leşkerî ya girtî.
Wezîrê Berevaniya Îsraîlê ragihandiye: "Em ê hêzên artêşa Îsraîlê bişînin nav axa Lubnanê, bo wî cihê ku hatiye veqetandin ji bo bersivdayîna wan mûşekên ku ber bi Îsraîlê ve têne avêtin."
Her wiha daye xuyakirin: "Hêzên me dê kontrola ewlehiyê ya herêmê heta Çemê Leytanî bigrin destê xwe û em rê nadin 600 hezar kes ji rûniştvanên herêmên Başûrê Lubnanê vegerin ser cih û warên xwe; ev yek dê heta wê demê berdewam bike ku ewlehî ji bo rûniştvanên Bakurê Îsraîlê vedigere."
Basnews
