P.D. Îsmaîl Hesaf, Endamê Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS): Serok Mesûd Barzanî merciyekî neteweyî yê hemû Kurdan e û bi lojîka dîplomasiyê ji bo çareseriya aştiyane ya pirsên hemû parçeyan têdikoşe.
P.D. Îsmaîl Hesaf, Endamê Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS): Serok Mesûd Barzanî merciyekî neteweyî yê hemû Kurdan e û bi lojîka dîplomasiyê ji bo çareseriya aştiyane ya pirsên hemû parçeyan têdikoşe.
Dema behsa dîroka siyasî ya Kurd û rîşên navdewletî tê kirin, navê Profesor Îsmaîl Mihemed Hesaf wekî akademîsyenekî diyar derdikeve pêş. Ew ne tenê akademîsyenek e, di heman demê de lêkolînerekî hûrbin ê arşîvên veşartî yên Sovyetê ye. Dr. Hesaf di sala 1953an de li gundê Kêrsorê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye û karîbûye di navbera xebata siyasî û akademîk de hevsengiyekê ava bike. Di sala 1986an de li Akademiya Zanistên Sovyetê, pileya doktorayê di warê têkiliyên navdewletî û pirsa Kurd de bi navê "Doza Kurd di nav têkiliyên navdewletî yên piştî Şerê Cîhanê yê Duyem de" bi dest xistiye. Wekî mamosteyê Zanîngeha Selahedîn li Hewlêrê û damezrînerê Partiya Pêşverû ya Kurdistana Sûriyê û endamê Sekreteriya Giştî ya ENKSê, xwedî bandorek mezin e.
Pirs: Di nav guhertinên bilez ên nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn de, parastina qewareya Herêma Kurdistanê çawa dikare wekî "keleheke komker" û piştgireke stratejîk ji bo parçeyên din ên Kurdistanê kar bike?
Bersiv: Veguherandina Herêma Kurdistanê bo "keleheke yekgirtî" ji bo tevahiya parçeyên din ên Kurdistanê, bi komek mercên realîst û aloz ve girêdayî ye. Herêma Kurdistanê yekane qewareya Kurdî ye ku di asta destûrî û navdewletî de hatiye naskirin. Serok Mesûd Barzanî xwedî têkiliyên navdewletî yên berfireh û pêgeheke cemawerî ya bihêz e li hemû parçeyên Kurdistanê; gelê Kurd wekî rêber û merciyekî neteweyî lê dinêre. Ev yek hêzê dide Herêma Kurdistanê ku bibe platformeke dîplomasî ji bo gihandina dengê Kurdên bê nûner li navendên navdewletî.
Herêma Kurdistanê wekî "stargeheke aram" û kûrahiya lojîstîk ji bo parçeyên din kar dike. Ji bo vê jî divê saziyên bihêz werin avakirin û dawî li dabeşbûna siyasî ya navxweyî were anîn. Herêm di dilê nakokiyên herêmî de ye û dikare bibe navbeynkar di navbera hêzên Kurdî û dewletên cîran de.
Pirs: Stratejiya Serok Barzanî ji bo dûrxistina Kurdistanê ji vê şerî, heta çi astê karî Kurdan ji hevkêşeya "sotemeniya şerê kesên din" derxîne û bixe nav hevkêşeya "berjewendiya neteweyî"?
Bersiv: Stratejiya Serok Mesûd Barzanî di rûdanên îro de, nîşana guhertineke cewherî ye di aqiliyetê siyasî yê Kurdî de; ji aqiliyetê "şoreşa berdewam" ber bi aqiliyetê "qewareya dewletê û berjewendiya neteweyî". Biryara serbixwe ya Kurdî faktorekî giring e. Niha Hewlêr wekî navenda biryardanê tê dîtin, ne wekî paşkokê aliyên herêmî. Serok Barzanî tekez dike ku Herêm nebe aliyek ji vî şerî, da ku destkeftên neteweyî yên li Başûr werin parastin.
Pirs: Dirûşma "Yeke yeke, Kurd hemû yeke" di vê demê de çawa dikare ji dirûşmeke hestiyar bibe projeyek siyasî ya yekgirtî ku hemû parçeyan ji metrsiyan biparêze?
Bersiv: Ji bo vê yekê çend gavên stratejîk pêwîst in: Ya herî giring, lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd e ku encûmeneke neteweyî ya hevbeş hilbijêre. Herwiha afirandina platformeke hevbeş ji bo hemû parçeyan li ser mijarên wekî ziman, maf û ewlehiyê. Yekkirina hêzên Pêşmerge wekî artêşeke neteweyî û xurtkirina têkiliyên aborî û çandî, dê vê dirûşmê bike rastiyek.
Pirs: Di sîbera nakokiya navbera DYAyê-Îsraîlê û Îranê de, Kurd çawa dikarin "hevsengiyeke erênî" biparêzin?
Bersiv: Herêma Kurdistanê xala gihîştina aliyên vî şerî ye. Pêwîst e dîplomasiyeke aram û hevsengiyeke erênî were meşandin. Divê her du alî werin qanîkirin ku îstîkrara Kurdistanê berjewendiya her kesî ye. "Alîgiriyeke nerm" (soft alignment) anku hevkariya bi her aliyekî re di warên diyar de bêyî ku Herêm bibe amrazek dijî aliyê din, stratejiya herî rast e.
Pirs: Heger qewareya Herêma Kurdistanê tûşî lawazbûnê bibe, gelo mafên Kurdan li parçeyên din (Rojava, Bakur, Rojhilat) dikevin metrsiyê?
Bersiv: Bê guman. Di nîvê duyem ê sedsala 20an û niha de, Kurdistana Iraqê bûye dilê tevgera rizgariya Kurd û piştgira parçeyên din. Her zerarek li Herêma Kurdistanê, dê bandoreke nerênî ya rasterast li ser tevahiya tevgera Kurd li Rojhilata Navîn bike.
Pirs: Dewletên herêmê li ser gelek pirsan nakok in, lê li ser "pirsa Kurd" hevfikr in. Ma yekrêzî bûye tenê vebijarka "manê"?
Bersiv: Belê, ji ber vê yekê erkê serkirdatiya Herêmê û bi taybetî PDKê ye ku yekrêziya navxweyî xurt bikin û ber bi Kongreya Neteweyî ve gavan bavêjin. Tenê bi yekrêziyê em dikarin pêgeha xwe ya navdewletî biparêzin.
Pirs: Civaka navdewletî û hêzên mezin çawa li yekgirtina gotara Kurdî dinêrin?
Bersiv: Îro dinya Kurdan nas dike. Civaka navdewletî Herêma Kurdistanê wekî faktorekî îstîkrarê û hevpeymanekî dijî terorê dibîne. Nakokiyên navxweyî û yekneketina hêzên Pêşmerge, vê piştgiriya navdewletî lawaz dikin û dibin herreşe li ser berjewendiyên me.
Pirs: Serok Barzanî her tim dibêje Kurd nebin aliyek di şerên ku ne yên wan in. Ev nêrîn çawa dikare "ezmûna tal a rabirdûyê" biguherîne?
Bersiv: Serok Mesûd Barzanî xwedî ezmûneke 65 salî ya xebata siyasî ye. Ew aştiyê wekî projeyekê dibîne ji bo avakirina jêrxana Kurdistanê û yekkirina Pêşmerge. Ew niha merciyekî neteweyî ye ku nûneratiya îrade û hêviya Kurdan dike. Ew dixwaze pirsa Kurd li Tirkiye, Sûriye û Îranê bi rêyên aştiyane were çareserkirin.
