• Monday, 20 April 2026
logo

Serokê Amerîkayê Cejna Newrozê li gelê Kurdistanê pîroz dike

Gulan Media March 29, 2026 Nûçe
Serokê Amerîkayê Cejna Newrozê li gelê Kurdistanê pîroz dike

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi boneya Cejna Newrozê nameyeke pîrozbahiyê ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand û di dawiya nameya xwe de bi Kurdî nivîsî: "Newroz Pîroz".

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Amerîkayê Donald Trump peyameke taybet a pîrozbahiyê ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şandiye. Trump di nameya xwe de pîrozbahiyên herî germ pêşkêşî Serokê Herêmê û gelê Kurdistanê kirin.

Donald Trump di nameya xwe de bal kişand ser wateya dîrokî û sembolîk a Newrozê û nivîsî: "Newroz, pîrozkirina hatina biharê ye. Her wiha bercestekirina serkeftina herdemî ya ronahiyê li ser tariyê ye. Ev cejna deman û kevnar, her sal îfadeya hêza destpêkên nû ye."

Serokê Amerîkayê di berdewamiya peyama xwe de hêviyên xwe yên ji bo aştiyê anîn ziman û got: "Ez ji Xwedê daxwaz dikim ku ev Newroz bibe sedema xurtkirina nirxên aştî û rûmeta mirovahiyê; hêvî dikim sala nû tije xêr û xweşî be."

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêmê, Trump Newroz li hemû kesên ku vê cejnê pîroz dikin pîroz kiriye û di dawiya nameya xwe de bi zimanê Kurdî nivîsî: "Newroz Pîroz".

 

K24

Top