Çalakvanekî Germiyanê: Tevî hemû astengiyan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê stratejiyeke serkeftî ji bo avê pêşxistiye
Çalakvanekî siyasî li Germiyanê spasiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dike ji bo avakirina ewqas bendav û gomên avê ji bo komkirina avê. Wî herwaha daxwaz jî kir ku lênêrîna her du bendavan (Bawanur û Berdesur) li Germiyanê bikin.
Çalakvanê siyasî li Germiyanê Wirya Elî ji BasNewsê re ragehand:: "Şerê avê ji şerê leşkerî û madenê kêmtir nîne. Mezinan jî berê rast gotine av û avadanî, di wan çend rojên borî de ku xwedayê mezin rehma we ve rehmet li ser Kurdistan û Iraqê barand, me di çapemeniyê de dît ku dihate gotin filan gomav û bendav kêm maye ser re biçe. Me navê hin gomên avê dibîhîst ku nû hatine çêkirin û wan bi mîlyonan metresêca (metrekûp) av kom kirine."
Herwaha got: "Ev nîşan dide ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vî warî de karekî baş kiriye ku xelk dê niha û di pêşerojê de jê sûd werbigirin. Av ji bo pêşeroja me ya Kurd wekî çekek girîng e. Hikûmeta Herêma Kurdistanê gavên stratejîk avêtine da ku krîza avê çareser bike. Tevî krîza darayî û nebûna budceya Iraqê, lê kariye hejmarek girêdanên girîng bi kapasîteya mîlyonan metrekûp avê biafirîne.
"Li gorî Iraqê, ez dikarim bibêjim ku Herêma Kurdistanê gelek karên mezin kiriye ku hêjayî pesindayînê ne, lê rast e ku ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi taybetî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, were xwestin ku li ser avakirin û temamkirina du bendavên Bawenûr û Berdesor fikar bikin. Avhewaya li Germiyanê dê bibe çavkaniyek girîng a çandinî û geştiyariyê ji bo herêmê."
Basnews
