• Wednesday, 22 April 2026
logo

Serok Barzanî: Ez bi tundî êrîşa îro bi mûşekên Îranî li ser binkeyên hêzên Pêşmerge hatiye kirin şermezar dikim

Gulan Media March 25, 2026 Nûçe
Serok Barzanî: Ez bi tundî êrîşa îro bi mûşekên Îranî li ser binkeyên hêzên Pêşmerge hatiye kirin şermezar dikim

 Serok Barzanî di peyamekê de êrîşa bi mûşekên Îranî ya li ser bingehên Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê şermezar kir û ragihand: Ew êrîş dijminane ye û tu hincet nînin. Herwesa got: Ev êrîş di rewşekê de ye ku Herêma Kurdistanê parek ji şerê niha yê li deverê nebûye û tu demekê li ser cîranên xwe gef nebûye.


Serok  Mesûd Barzanî îro 24.03.2026ê peyamek belav kir û ragehand: Ez bi tundî wê êrîşê şermezar dikim a ku li serê sibeha îro bi mûşekên Îranî li ser bingehên Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê hatiye kirin.

Peyama Serok Barzanî wah ye

Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan

Ez bi tundî wê êrîşê şermezar dikim ku serê sibeha îro bi mûşekên Îranî li ser bingehên hêza Pêşmergeyên Kurdistanê hatiye kirin. Gelek mixabin, di encamê de hejmareke Pêşmergeyên qehreman şehîd bû û hejmareke din jî birîndar bû. Ez sersaxiyê ji malbatên şehîdên vê êrîşa nerewa re dixwazim û ez hevparê xema wan im û ji birîndaran re jî çarebûneke bilez dixwazim.

Ew êrîş dijminane ye û tu hincet nînin. Ev gelek caran êrîşên bi vî rengî li dijî Herêma Kurdistanê tên kirin, bêyî ku bingehên cîrantiyê û qanûnên navneteweyî li ber çavan bên wergirtin. Ev di rewşekê de ye ku Herêma Kurdistanê parek ji şerê niha yê li deverê nebûye û tu demekê li ser cîranan gef nebûye.

Pêşmerge serweta herî xweşevî û bibiha ya gelê me ye.

Mesûd Barzanî

24ê Adara 2026ê

 

Basnews

Top