Peyama pîrozbahiyê ji bo birêzan/ Sernivîskar, stafê nivîsînê û karmendên kovara Gulan.
Silav û rêz...
Bi helkefta 32-emîn salvegera derçûna kovara Gulan, pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî we û xwînerên vê platformê dikim.
Kovara Gulan di sê dehsalên borî de, tenê wekî saziyeke ragihandinê derneket pêş, belkî wekî navendeke stratejîk û zanistî ya pêşeng, karî resenatiya hizra nîştimanî biparêze. Ev kovar, bi pabendbûna bi prensîbên neguher ên doza rewa ya gelê me û peyrewkirina metodeke akademîk a nûjen, bûye xezîneyeke dewlemend a fikrî ku şopa wê di dîroka rojnamegeriya kurdî de bi zelalî tê dîtin.
Hewldanên we yên berdewam di tevlîkirina bîr û rayên cuda û nasandina doza kurdî bi navendên biryarder ên cîhanê, cihê şanaziyê ye. Kovara Gulan selimandiye ku medyaya xwedî rêbaz dikare di heman demê de bibe platformeke vekirî ji bo diyaloga navdewletî û parastina etîka pîşeyî, ev jî bûye sedem ku bibe çavkaniyeke pêbawer ji bo lêkolîner û xemxorên pirsa neteweyî.
Tevî destxweşiyê, hêviya berdewamiyê ji bo vê karwana medyaya xurt dixwazim û hêvîdar im her dem wekî platformeke geş a fikrî û nîştimanî, pêşengiya xwe biparêzin.
Bi rêz û pêzanînê ve...
Hesîbe Seîd Gerdî
Endama xula pêncem a Parlemana Kurdistanê
22’yê Nîsana 2026
