• Wednesday, 22 April 2026
logo

Peyama Beşa Rewşenbîrî û Ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistanê ji bo salvegera derketina kovara Gulan: Gulan di dîroka karwana rojnamegeriyê de, sekoyeke pêşeng a me'rîfî û gencîneyeke dewlemend a fikrî û neteweyî ye

Gulan Media April 22, 2026 Nûçe
Peyama Beşa Rewşenbîrî û Ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistanê ji bo salvegera derketina kovara Gulan: Gulan di dîroka karwana rojnamegeriyê de, sekoyeke pêşeng a me'rîfî û gencîneyeke dewlemend a fikrî û neteweyî ye

 

Bi helkefta derbasbûna 32 salan bi ser derketina kovara Gulan de, Beşa Rewşenbîrî û Ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê arasteyî sernivîskar û tevahiya karmendên Gulanê kiriye, ev jî deqa wê ye:

Birêz: Sernivîskar, sekreterê nivîsînê, stafa hunerî û karmendên ezîz ên kovara Gulan

Bi helkefta salvegera derketina kovara Gulan, germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî we û xwendevanên ezîz dikin.

Kovara Gulan di dîroka karwana rojnamegeriya me de, sekoyeke pêşeng a me'rîfî (zanistî) û gencîneyeke dewlemend a fikrî û neteweyî ye.

Berdewamiya kovara Gulan li ser bingehên medyayeke pîşeyî û nîştimanî, wisa kiriye ku bibe jêdereke cihê baweriyê ji bo xwendevan û lêkolîneran û navendeke girîng a gihîştina dîtin û nêrînên cuda.

Tevî destxweşiya ji bo westiyan û karên we yên berdewam, piştevaniya xwe ji bo pêngavên we dûpat dikin û hêviya geşebûn û serkeftinên zêdetir ji bo we dixwazin.

Beşa Rewşenbîrî û Ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistanê
22yê Nîsana 2026

Top