Peyama Şêrko He bîb Berpirsê Mekteba Partiya Demokrat a Kurdistanê li welatê Misirê bi helkefta 32 saliya derçûna Kovara Gulan
Peyama Şêrko He bîb Berpirsê Mekteba Partiya Demokrat a Kurdistanê li welatê Misirê bi helkefta 32 saliya derçûna Kovara Gulan
Birayê bi rêz Kak Ferhad, sernivîserê Kovara Gulan,
Bi rêzan hemû rojnamevan, ragihandkar û karmendên Gulanê,
Ji kûrahiya dilê xwe, pîrozbahiyên herî ciwan û germ li yek bi yekê we dikim bi helkefta 32 saliya derçûna Kovara Gulan, ku hemwext e ligel salvegera rojnameya "Kurdistana Dayik". Bêguman îro Gulan xwedî pêgeh û şûneke taybet e di warê rojnamegeriyê de, ne tenê li ser asta Kurdistanê, belkî li ser asta navçeyê jî. Gulanê karî bi jîrane, jêhatîbûn û pabendbûn bi prensîbên karê rojnamevaniyê, di warê rastgoî û pîşevanî de bixebite. Her wiha bi girîngîdan bi mijarên hestiyar ên navçeyê û cîhanê û şirovekirina rewşa îro ya Kurdistanê bi awayekî zanistî, bûye çavkaniyek ji bo sûdwergirtinê li zanîngeh û navendên lêkolînê.
Gulanê di dema borî de karî hewlên xwe li hundir û derveyî Kurdistanê çڕ bike (kom bike) ji bo gihandina doza rewa ya Kurd bi cîhanê. Her wiha karî komek nivîskar û pisporên warên cuda di nava yek malbatê de kom bike ku ew jî malbata Gulanê ye. Bêguman ev erk, westiyan, pisporî û pabendbûna we bi binemayên dirust ên karê rojnamevaniyê, Gulan gihande asta îro.
Dîsa pîroz be, hêviya serkeftina herdemî ji we re dixwazim...
Qahîre
