• Saturday, 21 February 2026
logo

Fuad Hisên: Girtina Tengava Hurmizê Iraqê tûşî karesateka aborî dike

Gulan Media February 21, 2026 Nûçe
Fuad Hisên: Girtina Tengava Hurmizê Iraqê tûşî karesateka aborî dike

 Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên di çavpêkeftineka televîzyonî de got: Amerîka ji ber hejmona Îranê li ser hikûmeta bê ya Iraqê nîgeran e û nêrînên xwe bi rêya peyamên devkî gihandiye. Herwesa ragihand ku, Iraq hewceyê hikûmeteka çalak e. Red jî kir ku tu lihevkirineka nû bi YNKê re ji bo berbijarê posta serokkomariyê kiribe.

Fuad Hisên ragihad ku, peyamên Amerîkayê bi rêya Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê gihîştine, ew peyam bi rengekê fermî pêşkêşî Wezareta Derve nehatine kirin, belkî peyamên devkî bûn ji bo "Çarçoveya Hevahengiyê". Herwesa got ku, naveroka wan peyaman girêdayî berbijarê serokatiya wezîran bûn û nerîna Amerîkayê ji bo çawaniya serederîkirina bi wan komên çekdar re yên ku navên wan di lîsteya cezayên Amerîkayê de ye. Amerîka ji ber hejmona Îranê li ser hikûmeta bê nîgeran e.

Navbirî amaje jî da: Welat li beranberî astengên mezin ên darayî û aborî ye. Em hewceyê hikûmeteka çalak in ji ber ku hikûmeta karbirêvebir desthilateka qanûnî yên sînorkirî heye. Gelek ji wezîran niha bûne endamên parlementoyê û ev jî birêvebirina dewletê girantir dike. Min bang li serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê kiriye ku bicivin û çareseriyeka siyasî ji bo derbazbûna ji vê krîzê bibînin.

Wezîrê Derve yê Iraqê di derheqa serweriya Iraqê de jî got: Di cîhana niha de fêmkirina serweriyê hatiye guhertin. Piraniya welatan di serweriyê de kêmasî hene, ji bilî welatên bihêz. Cîhana niha cîhana masiyên mezin e ku masiyên piçûk dixwin. Divê Iraq an pir jîr be an jî hevpeymaniyeka bihêz hebe da ku xwe biparêze.

Fuad Hisên tekez jî kir: Iraq di navbera cîranek û hevalbendekê de asê bûye. hevrikiyên di navbera van her du qutban de rasterast bandorê li civak û siyaseta Iraqê dike. Em piştgiriyê didin danûstandinên Viyena û Cinêvê ji ber ku her aloziyek dê karesatan ji bo Iraq û deverê bîne. Eger şer dest pê bike, hinardekirina petrola Iraqê bi rêya Besrayê dê raweste, û ev yek jî dê bibe sedema karesateka aborî.

Navbirî eşkere jî kir: Wezareta Derve û Hikûmeta Iraqê di rakirina xetera êrîşa leşkerî ya Îsraîlê li ser Iraqê de roleka girîng lîst. Herwesa got: Di serdana min a Waşintonê de û bi rêya têkiliyên bi Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê re, me karî zextê li Îsraîlê bikin da ku êrîşî komên çekdar ên li nav axa Iraqê neke. 

Wezîrê Derve yê Iraqê di derheqa posta serokkomar de jî got: Ew gotgotkên ku behsa lihevkirina PDK û YNKê li ser berbijarekê hevpar dikin ne rast in. Ez wekî berbijarê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) berdewam im û min baweriyeka temam heye ku ez dê di parlementoyê de dengan bînim. Ez her tim bi yekrêziya mala anKurd li Bexdayê re bûm, lê heke lihevkirinek çê nebe, parlemento dê biryarê bide.

Fuad Hisên her di wê çavpêkeftinê de ragihand: Iraq hewceyê çareseriya siyasî ya bilez e. Nabe ku welat bi vî rengî bimîne. Birîna dolaran dê ji bo Iraqê pirsgirêkên mezin çê bike ji ber ku em ne welatekê hilberîner in û em tenê xwe dispêrin petrolê. Divê têkiliyên me bi cîhanê û Amerîkayê re li ser bingeha berjewendiyên neteweyî be.

 

K24

Top