• Saturday, 21 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Ziman bingeha nasnameya me ye

Gulan Media February 21, 2026 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Ziman bingeha nasnameya me ye

Mesrûr Barzanî ji bo Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê peyamek belav kir û got, "Em pêbendî giringîdana bi zimanê Kurdî û zimanê hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê ne."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahiya Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê li Kurdistaniyan kir û anî zimên:

"Herêma Kurdistanê bi hebûna ziman û çandên cuda dewlemend e.

Cihê şanaziyê ye ku hemû pêkhateyên Kurdistanê, bi azadî bi zimanê dayîka xwe diaxivin û dixwînin."

'Ziman nasnameya me ye'

Serokwezîr Mesrûr Barzanî Kurdistanê her wiha got:

"Ziman, bingeheke girîng û sereke ya hebûn û nasnameya me ya neteweyî û niştimanî ye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêbendbûna xwe ya ji bo girîngîdana bi zimanê Kurdî û zimanê hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê ducare dike."

Kurdî di rêza 59an de ye

Her sal 21ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê ye û hemû gelên cîhanê bi çalakiyên curbicur vê rojê pîroz dikin.

Li cîhanê 6 hezar ziman hene lê metirsiya jinavçûnê li ser gelekan ji wan heye.

Piraniya xelkê cîhanê bi 100 zimanan diaxivin. Zimanê Kurdî jî di rêza 59an a zimanên cîhanê de cih digire.

 

Rudaw

Top