Li Enqereyê sempozyuma Zimanê Dayîkê: Divê Kurd federalîzma zimanî deynin pêşiya xwe
Bi minasebeta 21ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê li Enqereya paytexta Tirkiyeyê ji aliyê Sendîkaya Mamosteyan (Egitim Sen) ve sempozyumeke navneteweyî hat lidarxistin.
Ji gelek welatên cuda akademîsyen çûn Enqereyê ku piraniya wan tevî ku Kurd nînin û li Kurdistanê najîn jî bi Kurdiyeke baş diaxivin.
Akademîsyenê Zanîngeha Amsterdamê ya Holendayê Michiel Leezenberg ji Rûdawê re axivî û got, “Kurdî bi wêjeya xwe ya klasîk û modern zimanekî hêja ye.”
Sempozyuma navneteweyî
Di sempozyuma navneteweyî de ji Tirkiyeyê, Bakurê Kurdistanê û welatên Ewropayê akademîsyen, zana û mamoste beşdar bûn.
Serokê Giştî yê Enternasyonala Perwerdeyê Mugwena Maluleke jî peyamek ji bo sempozyumê şand.
Sekreterê Egitim Senê Zulkuf Guneş li ser armanca bernameyê ev agahî dan:
“Îro 21ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê ye. Em jî bi vê helkeftê wekî Egitim Senê sempozyumekê li dar dixin.
Di sempozyumê de di asta cîhanê de akademîsyen û şarezayên zimên amade ne û dê biaxivin.
Em dê behsa zimanê dayîkê bikin û em dê li ser perwerdeya bi zimanê dayîkê biaxivin. Bi giştî em dê behsa girîngiya zimanê dayîkê bikin.”
Federalîzma zimanî
Nîqaşên sereke yên sempozyumê li ser aliyê pedagojîk û akademîk ê zimanê dayîkê, pratîkên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê û mînakên li cîhanê bûn.
Akademîsyen Mîkaîl Bulbul diyar kir ku ew dê li ser mînakên cîhanê rawestin û got:
“Dê li wê derê qala tecrubeyên perwerdeya bi zimanê zikmakî ya li cîhanê were kirin.
Em dizanin ku li Ewropayê ezmûnek heye û gelek tişt hatine kirin.
Ez bi xwe jî dibêjim ku divê Kurd di vê rewşê de herî kêm federalîzmeke zimanî deynin pêşiya xwe.
Helbet ji bo vê yekê jî têkoşîn û xebat pêwîst e. Gotara min jî li ser vê mijarê ye.”
"Kurdî zimanê şaristaniyê ye"
Akademîsyenê Zanîngeha Amsterdamê ya Holendayê Michiel Leezenberg jî yek ji beşdarên sempozyumê bû.
Michiel Leezenberg ku Kurdiyeke baş dizane li ser girîngî û pêwîstiya perwerdeya bi zimanê dayîkê gotarek pêşkêş kir û behsa ezmûna Ewropayê kir.
Michiel Leezenberg bal kişand ser dewlemendiya zimanê Kurdî û anî zimên:
“Lêkolînên min bi taybetî li ser zimanê Kurdî yê di serdema klasîk de bûn.
Min gelek lêkolîn li ser Mem û Zîna Ehmedê Xanî kirine.
Em dikarin bibînin ku kevneşopiyeke wêjeyî ya Kurdiyê heye. Kevneşopiyeke klasîk û kevneşopiyeke zanistî heye.
Ez bawer im ev yek ji bo hişmendiya Kurdên li Tirkiyeyê tiştekî girîng e. Pêwîst e ew bizanin ku Kurdî ne tenê zimanekî devkî û zimanê gundan e, di heman demê de zimanê şaristaniyê ye jî.”
Her wiha di sempozyumê de behsa rapora dawî ya Komîsyona Parlamentoyê, rewşa siyasî ya Tirkiyeyê û zextên li dijî Kurdî jî hat kirin.
Rudaw
