• Saturday, 21 February 2026
logo

Waşîngton 17 keştiyên şer û keştiya herî mezin a balefir helgir li derdora Îranê bicîh dike

Gulan Media February 21, 2026 Nûçe
Waşîngton 17 keştiyên şer û keştiya herî mezin a balefir helgir li derdora Îranê bicîh dike

Ameje bi egera lêdana derbeyekî leşkerî li Îranê zêde dibin û Amerîka bi fermana Serok Donald Trump hêzên deryayî û esmanî li Rojhilata Navîn gehand asta lûtkeyê.


Geheştina keştiya herî mezin a balefir helgir bo deryaya naverast û zêdebûna hejmara keştiyên şer ku hejmara wan geheşt 17 keştiyan, herêm aniye ser lêva pêşketinên leşkerî yên mezin.

2 keştiyên balefir helgir di yek demê de

Li gor raportên dawî yên îstixbaratî, Waşîngtonê hejmara keştiyên şer li navçeyê ji 13 keştiyan gehande 17 keştiyan. Ev jî piştî wê yekê hat ku keştiya balefir helgir USS Gerald Ford ku keştiya herî mezin û ya pêşketî ya helgirê balefiran li cîhanê tê zanîn û ew jî geheşt deryaya naverast. Ev keştiya mezin ji tengav ango zîniya Cebelî Tariq re derbas bûye.

Ev tevger di demekî de ye ku keştiya balefir helgir a USS Abraham Lincoln li gel 9 wêranker û 3 keştiyên şer ên peravê li navçeyê bicîhbûyî ne. hebûne du keştiyên balefir helgir ên waha mezin, ku bi hezaran endamên hêza deryayê û bi dehan balefirên şer li ser in, nîşaneyekî ronî ye bo amadekariya êrîşê.

Serdestiya esmanî û sîstema berevaniyê

Derveyî wan balefirên li ser keştiya balefir helgir bicîhbûne, Amerîka bi dehan balefirên şer ên din şandine binkeyên erdî. Li gor amarên şopandina firînê ya ‘’ FlightRadar24’’, balefirên nêçîrvan ên pêşketî yên cureya F-22 Raptor û F-35 Lightning, ligel balafirên şer ên F-15 û F-16 û tankerên KC-135, di rewşa hişyariya tevahî de ne. Di heman demê de, pergalên parastina hewayî yên li bejahî û li ser wêrankerên deryayî hatine xurtkirin da ku hêzan ji her bersiveke mûşekî ya Îranê biparêzin.

Li gor pispor dibêjin ev komkirina ewqas zêde ya çek û teqemeniya mezin, peyamekî rasteraste ku Waşîngton amadeye, eger Tehran paşde pêngavê neavêje ji bo weşandina derbeyekî yekcarî ya kujer e.

 

Basnews

Top