Rewan Cemîl, Şêwirmendê Derûnî li Zaxoyê: Jîngeha teknolojiyê bandoreke pir xirab li ser mejiyê zarokan kiriye
Rewan Cemîl, Şêwirmendê Derûnî li Zaxoyê: Jîngeha teknolojiyê bandoreke pir xirab li ser mejiyê zarokan kiriye
Rewan Cemîl, şêwirmendê derûnî li Zaxoyê diyar kir ku jîngeha teknolojiyê bandoreke pir xirab li ser mejiyê zarokan kiriye.
Înternet û medyaya civakî bandoreke mezin li ser mejiyê xelkê kiriye, bi taybetî li ser mejiyê zarokan. Guhertineke zêde di mejî de çêdike û gelek pirsgirêkên derûnî jî bo mirovan peyda dike. Bi taybetî di vê serdemê de ku şer, tundûtîjî û hemû ev tişt di medyaya civakî de tên belavkirin; bo nimûne: TikTok, YouTube, Facebook û Instagram ku her dem di destê zarokan de ne. Ev yek bandorê li ser mejî dike û dibe sedema fişar (stres) û diltengiyê (anaksiyete) li cem zarokan û her kesî.
Bikaranîna zêde ya înternetê pirsgirêkeke pir mezin e û komek pirsgirêkan bi du xwe de tîne. Bo nimûne: pirsgirêkên mejî çêdike, xirabûna çavan, xirabûna ramana mirov, piştguhxistin, her wiha guhertina sirişt û jîngeha mirov; ji ber ku mirov diçe nav jîngeheke teknolojîk. Em wek derûnnas dibêjin: Sê jîngeh hene (Jîngeha malê, jîngeha derve û jîngeha teknolojiyê).
Ev jîngeha teknolojiyê di vê demê de em hemû tê de dijîn, ji ber ku piraniya dema xwe bi teknolojî, înternet û wan sepanên (application) ku em bikar tînin re derbas dikin. Ji ber vê yekê ye ku bandora wê zêde ye û pirsgirêkên derûnî yên pir bi du xwe de tîne. Wek min got, fişarê çêdike û bo zarokan jî dibe sedema wan nexweşiyên ku bo nimûne peyvek ji bîra wan diçe. Gelek nexweşiyên din jî hene ku taybet in bi zarokan; ku zarok bi vê sedemê di nav jîngeha malê û malbatê de tê piştguhxistin û zarok sirişteke din ji medyaya civakî werdigire, wek peyvên zêde û axaftinên xirab ku fêr dibe.
Bo çareserkirina vê metarsiyê û heger em bixwazin bi ser vê rewşê de zal bin, pêdivî ye em sîstemekê ji jiyana xwe re deynin. Sîstem bo me pir girîng e ku em jiyana xwe pê rêk bixin. Li gelek welatên derve dema diyarkirî heye ku tê de înternet namîne. Bo nimûne, ez dikarim bibêjim niha 75% heta 80%yê xelkê Herêma Kurdistanê heta saet sê û çarê sibehê hişyar in û li ser medyaya civakî ne. Ev yek ji wan bandoran e ku niha li ser me hemûyan heye. Pêdivî ye li vir em sîstemekê deynin, çi bo zarokên xwe, çi bo xwe. Em wek mezinan dibe ku nekarin xwe biguherin an xwe bi vê sîstemê re biguncînin, lê heger em bixwazin nifşekî biguherin, divê em sîstemekê bo zarokan deynin da ku ev pirsgirêkên niha em tê de ne, nemînin.
Hikûmet dikare di babeta înternetê de demeke diyarkirî deyne. Bo nimûne, ji saet 12ê şevê heta 6ê sibehê li navxweya Herêma Kurdistanê înternet bê girtin, an jî hêza wê pir kêm bibe ku tenê karên serekî pê bêne kirin, wek WhatsApp û şandina peyaman, lê sepanên din werin girtin. Ev dê bibe parastinek bo civaka me û xelkê me û dê serkeftineke baş be.
