Karker Xelîl li Dihokê: Metirsiya herî mezin a înternet û medyaya civakî ew e ku rêjeyeke zêde û berçav ji xelkê bi şêweyekî naderst van amûran bi kar tînin
Karker Xelîl li Dihokê: Metirsiya herî mezin a înternet û medyaya civakî ew e ku rêjeyeke zêde û berçav ji xelkê bi şêweyekî naderst van amûran bi kar tînin
Heke em bi hûrbînî li asta hişyariya îro ya civakê binêrin, em dibînin ku rewş di navbera başî û xirabiyê de hatiye dabeşkirin. Rastî ev e ku aliyên neyînî yên bikaranîna vê teknolojiyê di niha de li ser aliyên erênî serdesttir in, ev yek jî erkeke giran dixe ser milê saziyên ragihandinê. Saziyên ragihandinê wekî platformeke bandordar, divê berpirsiyariyên xwe yên dîrokî û exlaqî bi cih bînin. Nabe ku ragihandin tenê temaşevan be, lê belê divê bi rêya hilberandina bernameyên curbecur û hişyarker, ronahiyê bixe ser başî û xirabiyên medyaya civakî.
Yek ji metirsiya herî diyar a vê serdemê, mijara alûdebûna (girêdayîbûna) bêsînor bi înternetê ve ye. Ev alûdebûn gihîştiye astekê ku mirov her ku ji xew radibe, berî ku pêdiviyên xwe yên bingehîn ên laşî mîna şitina dest û rûyê xwe bi cih bîne, yekser berê xwe dide ekrana telefona xwe. Ev reftar nîşaneyeke zelal a alûdebûneke kûr e ku bandoreke rasterast li ser aramiya derûnî ya mirovan kiriye. Dema ku mirovek di nav 24 saetên şev û rojê de, nêzîkî 12 heta 18 saetan di nav cîhana xeyalî û torên civakî de winda bibe, bêguman nikare hevsengiya derûniya xwe biparêze.
