Gotara Donald Trump, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê: Heke Amerîka nebûya, niha diviyabû hemû Ewropa bi zimanê Almanî û hinek jî bi Japonî biaxivîna
Roja 21ê Rêbendana îsal 2026, salvegera yekem a destbikarbûna min di xula duyem a serokatiya min de bû. Îro piştî 12 mehên vegera min bo Qesra Spî, aboriya me vejiyaye, geşebûn diteqe û enflasyon hatiye têkşikandin. Gava Amerîka geş dibe, hemû cîhan geş dibe.
Em niha hêzeke mezin in, pir ji ya ku xelk tê digihêjin mezintir in. Min artêşa Amerîkayê ji nû ve ava kir. Em keştiyên şer ên nû çêdikin ku 100 caran ji keştiyên şer ên navdar ên Şerê Cîhanê yê Duyem bihêztir in. Çek û balafirên me yên mîna F47 hene ku kesî berê navê wan nebihîstiye û ji aliyê radarên dijminên me ve nayên dîtin. Amerîka niha di pozîsyoneke wisa de ye ku tu welatekî cîhanê nagihîje asta wê.
Bila em behsa Greenlandê bikin. Tu netewe nikare wê perçeya qeşayê ya mezin biparêze ji bilî Amerîkayê. Ez daxwaza danûstandinên bilez dikim ji bo kirîna Greenlandê, ji ber ku ev ji bo ewlehiya neteweyî ya me û ya cîhanê girîng e. Em dixwazin "Qubeya Zêrîn" (sîstema parastinê) ya herî mezin li wir ava bikin ku her wiha parastina Kanadayê jî bike; ku divê ew jî spaskudar bin, ji ber ku bêyî Amerîkayê Kanada nedibû.
Pêwîst e em dîrokê bi bîra Ewropayê bînin. Di Şerê Cîhanê yê Duyem de, Amerîka bû ku Ewropa rizgar kir. Heke em nebûna, niha we hemûyan li vir bi Almanî an jî hinek ji we bi Japonî qise dikir. Me ji bo parastina we şer kir, lê hûn gelekî nankor bûn, lê niha rewş guheriye.
Venezuela di şeş mehên bê de ji 20 salên borî zêdetir pere qezenc dike, ji ber ku niha kompanyayên me yên mezin li wir kar dikin.
Li Rojhilata Navîn me aştî pêk anî. Hamas razî bûye ku çekên xwe deyne, me gefa atomî ya Îranê bi temamî ji holê rakir. Amerîka vegeriya; mezintir, bihêztir û baştir ji her demê.
