• Tuesday, 03 February 2026
logo

Parlamentoya Holandayê hemû alîkarî û piştgiriya ji bo Ehmed Şera rawestand

Gulan Media January 31, 2026 Nûçe
Parlamentoya Holandayê hemû alîkarî û piştgiriya ji bo Ehmed Şera rawestand

Rojnamevan Hana Çomanî, ku li derveyî welêt dijî, li ser hesabê xwe yê Facebookê gotarek bi sernavê "Ey Kurd, ji bîr nekin kî li Holandayê dijminê me bû" weşand û amaje bi wê yekê kir ku Parlamentoya Holandayê bi fermî deng hate dayîn ku hemû piştgirî û alîkariyên darayî û mirovî yên ji bo serokê demkî yê Sûriyê Ehmed Şera bên ragirtin û bi fermî ragehandin ku Kurd tên qirkirin.


Herwaha aşkera kir, sê parlamenteran bi aşkera dijî Kurdan rawestan û diyar kir: "Ev her sê parlamenter endamên partiyek bi navê Dink in, ku tê wateya 'raman'. Her sê parlamenter li dijî Kurdan helwest girtine û navên wan hersê parlamenterên dijî Kurdan rawestan jî waha ye:"

Stefan van Barley: Ew serokê fraksiyonê ye; Bavê wî Tirk e û diya wî Hollandî ye.

Dogukan Ergin: Tirk e, li Holandayê ji dayik bûye.

Îsmaîl el-Abbasî: Mexrîbî ye û li Holandayê ji dayik bûye.

Herwaha ragehand, paşxaneya her sê parlamenteran ew e ku ew berê mirovan ji bo Xezeyê mehekê derdixistin kolanan, lê niha ew ji bo Ebû Mihemed Colanî li dijî gelê Kurd radiwestin.

Li gor zanyariyên wê rojnamevana Kurd, ji 150 parlamenterên Holandî, 146 parlamenteran (piraniya mutleq) ji bo piştgiriya Kurdan û li dijî "Colani" dengê "erê" dan, tenê sê dengên partiya "Dink" dengê "na" dan.

 

Basnews

Top