• Tuesday, 03 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwazî li rêkeftina di navbera HSD û hikûmeta Sûriyê kir

Gulan Media January 31, 2026 Nûçe
Serok Barzanî pêşwazî li rêkeftina di navbera HSD û hikûmeta Sûriyê kir

Serok Mesûd Barzanî bi peyamekê pîrozbahî li Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyê kir, ji bo rêkeftina wan a nû û destnîşan kir ku "diyalog û aştî riya rast e ji bo çareserkirina kêşeyan."

Serok Mesûd Barzanî, îro Înê 30.01.2026, di peyama xwe de pîrozbahî li her du aliyan kir û hêvî xwest ku ev gava girîng bibe destpêka aramiyeke mayînde. 

Serok Barzanî di daxuyaniya xwe de wiha got: "Em pêşwaziya rêkeftina navbera hikûmeta Sûriyê û HSDê dikin û pîrozbahiyê li her du aliyan dikin. Hêvîdar in ev rêkeftin berdewam û serkeftî be."

Serok Barzanî her wiha bal kişand ser girîngiya diyalogê û wiha dewam kir: "Em her tim di wê baweriyê de ne ku diyalog û aştî riya rast e ji bo çareserkirina kêşe û nakokiyan."

Di dawiya peyama xwe de, Serok Barzanî hêviyên xwe ji bo paşeroja gelê Kurd li Sûriyê anî ziman û got: "Hêvîdar in êdî dawî li êş û azarên gelê Kurd li Sûriyê bê û hemû alî bi aştî, azadî û aramî li Sûriyê şa bibin."

 

 Rudaw

Top