Şaxewan Ebdilah: Dr. Fuad Husên ji bo posta Serokomariya Iraqê berbijêrê PDKê ye
Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li parlamentoya Iraqê ragihand ku Dr. Fuad Husên berbijêrê PDKê ye, ji bo posta serokomarê Iraqê.
Serokê fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li parlamentoya Iraqê, Şaxewan Ebdulah, ji malpera fermî ya PDKê re ragehand: Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) namzedê xwe ji bo posta serokomarê Iraqê heye.
Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Iraqê aşkera kir ku “PDKê Dr. Fuad Husên ji bo posta serokomarê Iraqê berbijêr kiriye.
Ev jî di demekî de ye ku îro roja duşemê roja dawî ya pêşkêşkirina forma xwe kandîd kirinê bû, ji bo posta Serokomariya Iraqê, ku Parlamentoya Iraqê bo sê rojan deriyê xwe berbijêr kirinê vekir.
Basnews
