• Monday, 02 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî nameyeke sersaxiyê ji Dr. Xanzad Ehmed re şand

Gulan Media January 3, 2026 Nûçe
Mesrûr Barzanî nameyeke sersaxiyê ji Dr. Xanzad Ehmed re şand

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya dayika Emîndara Giştî ya Encûmena Bilind a Jinan û Geşepêdanê, peyameke sersaxiyê belav kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 02.01.2026, bi boneya koça dawî ya dayika Emîndara Giştî ya Encûmena Bilind a Jinan û Geşepêdanê Dr. Xanzad Ehmed, peyameke sersaxiyê arasteyî malbata wan kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de hevxemiya xwe ligel malbata  Dr. Xanzad Ehmed anî ziman û got: "Ji bo koça dawî ya dayika we ya birêz, ez sersaxiyê li we dikim û xwe wek hevparê xema we dizanim."

Di berdewamiya peyamê de hat gotin: "Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku ruhê dayika we ya koçkirî bi bihuştê şa bike û sebir û aramiyê bibexşîne we û malbata we."

 

 

 

Basnews

Top