• Tuesday, 03 February 2026
logo

Ozgur Ozel: Êrişa li ser Leyla Zanayê nayê qebûlkirin

Gulan Media December 22, 2025 Nûçe
Ozgur Ozel: Êrişa li ser Leyla Zanayê nayê qebûlkirin

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel piştî hevdîtina bi Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê re daxuyanî da û got, heqaretên ku li Leyla Zanayê hatine kirin "nayên qebûlkirin."

Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faik Erol saet 12:00an çûn Navenda Giştî ya CHPyê û bi Serokê Giştî Ozgur Ozel re civiyan.

Wekîlê Serokê Koma CHPyê Murat Emîr heyet li pêşiya Navenda Giştî pêşwazî kir.

Di hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Serokê Giştî yê CHPyê de, paşeroja pêvajoyê û nexşereya nû hatin gotûbêjkirin.

Ozel piştî civînê daxuyanî da û bertekeke tund nîşanî dirûşmên dijûnî yên li hemberî Leyla Zanayê da û teqez kir ku ev yek nayê qebûlkirin.

Ozel diyar kir ku ew di çarçoveya armanca aştî, biratî û Tirkiyeya demokratîk de, pêvajoyeke ku teror bi dawî bibe, aramiya civakî pêk were û her kes bi hêvî li paşerojê binêre diparêzin.

Dihat payîn ku heyet hefteya borî bi Serokê CHPyê re bicive lê ew hevdîtin ji ber wefata Şaredara Şehzadelerê Gulşah Durbayê hatibû bipaşxistin.

“Nayê qebûlkirin”

Serokê CHPyê Ozgur Ozel di daxuyaniya hevpar a çapemeniyê ya piştî hevdîtinê de wiha got:

"Rûdanên nayên qebûlkirin ên ku hefteya borî li hemberî Rêzdar Leyla Zanayê qewimîn.

Min xwest ez jê re telefonê vekim û hestên xwe bînim zimên lê ji ber pêvajoya dijwar a ku em tê de ne me nekarî pêwendiyeke telefonî pêk bînin.

Min daxwazên me yên baş, xemgîniya me û şermezarkirina me ya ji bo bûyerê li hundir anî zimên.

Ez dixwazim careke din li vir li pêşberî raya giştî jî bêjim. Nêzîkatiyeke wiha ya ku jinekê, dayîkekê dike hedef li van axan nayê.

Em li ser van axan, li Anatolyayê tiştekî wiha qet û qet qebûl nakin. Ev li dijî bawerî û çanda me ye jî.

Bi taybetî, ez dixwazim bêjim ku ne mimkin e ku ti kes ji me rê bide nêzîkatiyeke ku hewl dide stadyuman di ser bûyerên siyasî yên welêt re li dijî siyasetmedarekê bi kar bîne.”

“Komîsyon dê ji bo nivîsandina raporê bicive”

Serokê CHPyê her wiha li ser xebatên Komîsyonê jî ev agahî dan:

“Me pêvajoya heta îro û ya piştî vê nirxand.

Îro saet 16:00an heyeta 5 kesî ya ji nûnerên partiyên siyasî pêk tê, ji bo gotûbêjkirina pêvajoya nivîsandina rapora Komîsyonê û prensîb û salnameya xebatê dê bicive.

Wekîlê Serokê me Birêz Murat Emîr dê nûnertiya partiya me bike.”

 

Rudaw

Top