• Monday, 02 February 2026
logo

Ofîsa Sûdanî, daxuyaniyeke Ofîsa Bafil Talebanî derewand

Gulan Media December 21, 2025 Nûçe
Ofîsa Sûdanî, daxuyaniyeke Ofîsa Bafil Talebanî derewand

Piştî ku Bafil Talebanî, serokê Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK), serdana Bexdayê kir û ofîsa wî ragehand: li ser mûçeyan nîqaş hatiye kirin, ofîsa Sûdanî ragehand ku ev mijar nehatiye nîqaş kirin.

Piştî serdana Bafel Talabanî li gel Mihemed Şiya Sûdanî, ofîsa Bafil Talebanî ragehand ku Bafil Talebanî ji Sûdanê re gotiye: "Mûçeyên xelkê Kurdistanê bişînin."

Ofîsa Sûdanî jî di daxuyaniyeke xwe de behsa wê serdanê kiriye û ragehandiye: Tenê rewşa giştî ya welêt hatiye nîqaş kirin.

Herwaha dibêje: Di civînê de behsa girîngiya piştgirîkirina projeyên ji nû ve avakirin û pêşxistina Iraqê û lezandina gavên ji bo temamkirina pêwîstiyên piştî hilbijartinan hatiye kirin.

 

Basnews

Top