• Monday, 02 February 2026
logo

Li Xaneqînê roja Ala Kurdistanê û salvegera şehîdên alê bilind hatin ragirtin

Gulan Media December 17, 2025 Nûçe
Li Xaneqînê roja Ala Kurdistanê û salvegera şehîdên alê bilind hatin ragirtin

 Îro 17.12.2025ê salvegera heştemîn a şehîdên alê li Xaneqînê ye, ku xelkê bajêr ev roje piştî dagirkirina bajêr ji aliyê milîsên Heşdî Şeibî ve di 16ê Cotmehê de bi bîr anîn. Milîsan bi guleyan bersiva xelkê xwecihî yê bajêr dan, di encamê de du kesên Kurd hatin kuştin û wekî "şehîdên alê" hatin binavkirin.


Di 17.12.2017an roja ala Kurdistanê de, gelek kesan ji hemî beşên civakê li Xaneqînê Roja Ala Kurdistanê bi bilindkirina Ala Kurdistanê pîroz kirin. Çalakî wekî nerazîbûnek li dijî dagirkerên bajêr hate lidarxistin.

Ji bo tepeserkirina dengê wêrek, milîsên Heşdî Şeibî bi her awayî hewl dan ku çalakiyê rawestînin, lê Kurdên Xaneqînê berdewam kirin ku ala Kurdistanê bilind bikin û serê xwe netewandin li hember dijmin. Di encamê de, du xortên bi navê Mihemed Nûrî Kerîm Caf û Husên Ehmed Gurgûş şehîd bûn.

Hersal bi çalakiyên cuda cuda ve roja şehîdên Ala li bajarê Xaneqînê tê bibîranîn û îro jî bi danîna alayekî mezin ve ev roja pîroz bilind hate ragirtin.

 

Basnews

Top