Omêd Xoşnaw: Termê Mamosta Avêsta li ser daxwaza bavê wê, dê li Barzanê were veşartin
Parêzgarê Hewlêrê di derbarê spardina axê ya Avêsta Yûsif de ragehand, li ser daxwaza bavê wê, dê li herêma Barzanê were veşartin û yekem roja taziya wê jî dê her li Barzanê be.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di civîneke çapemeniyê de ragehand: Em bi navê xelkê Hewlêrê spasiya hemû xelkê Kurdistanê û xelkê herêma Barzan dikin, ku ji bo alîkariya malbat û xizmên mamoste Avêstayê hatine.
Herwaha ragehand ku piştî bûyerê, Serok Barzanî serdana bavê Avêstayê kir û Serokê Hikûmetê jî bi rêya tîmê xwe bi berdewamî doza Avêstayê şopandiye.
Omêd Xoşnaw ji rojnamevanan re ragehand ku cenazeyê Avêstayê dê sibê li ser daxwaza bavê wê li devera Barzan were veşartin.
Roja yekem a merasîma cenazeyê dê roja Sêşemê li Barzan be û roja duyem jî dê roja Çarşemê li Hewlêrê were lidarxistin.
Piştre, Seyîd Yûsif, bavê Avêstayê, axivî û got: "Tiştek min tune ku bêjim. Ez spasiya hemû xelkê Kurdistanê û Padîşahê Kurdistanê (Serok Barzanî) dikim."
Basnews
