• Monday, 02 February 2026
logo

Li Avusturalyayê di êrîşa çekdarî ya li ser cihûyan de herî kêm 16 kes hatin kuştin

Gulan Media December 15, 2025 Nûçe
Li Avusturalyayê di êrîşa çekdarî ya li ser cihûyan de herî kêm 16 kes hatin kuştin

Di êrîşeke çekdarî ya li ser cejna pîrozbahiya Hanukkah a cihûyan a li Bondi Beach a Sydney  de 16 kes hatin kuştin û 40 kes birîndar bûn. Kesên êrîş pêkanîn bav û kur bûn û yek ji wan hat kuştin, yê din jî bi giranî birîndar bû. Derbarê bûyerê de ji Îsraîlê jî daxuyanî hatin dayîn.


Di pîrozbahiyên cejna Hanukkah a li Bondi Beach a Sydney a Avusturalya, êrîşeke çekdarî hat kirin.

Televîzyona neteweyî ya Avusturalya ABC û Sky News a Brîtanî ragihandin ku di êrîşê de 12 kes, tevî êrîşkar, mirine. Polîsên Avusturalya ragihandin ku 29 kes birîndar bûne, ku du ji wan polîs bûn. Daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku êrîş ji hêla du kesan ve hatiye kirin.

Hat ragihandin ku kesek di derbarê bûyerê de hatiye binçavkirin. Hejmara miriyan paşê gihîşt 16an, û hejmara birîndaran jî gihîşt 40 kesan.

Her wiha hat ragihandin ku di wesayîteke girêdayî êrîşkarê mirî de teqemeniyek destçêkirî hatiye dîtin, û tîmên îmhakirina bombeyan ji herêmê re hatine şandin.

Polîs derbarê bûyerê de ragehand ku zêdetirî hezar kesan beşdarî pîrozbahiyên cejna merasîmê bûn û êrîş wekî "bûyerek terorîstî" bi nav kir. Karbidestên polîs ragihandin ku êrîşkar bav û kur bûne û temenê wan 50 û 24 salî bûne. Rayedaran diyar kirin ku ew li êrîşkarên din nagerin.

Êrîşkarê 24 salî li nexweşxaneyê di rewşek krîtîk de ye, lê bavê wî mir. Rayedarê polîsan diyar kir ku bav xwediyê şeş çekên destûrdayî bû û li cihê bûyerê jî 6 çek hatin dîtin.

 

Basnews

Top