• Monday, 02 February 2026
logo

Wezîrê Tenduristiyê: Li ser spardeya Mesrûr Barzanî, me 25 ton derman gihandin Çemçemalê

Gulan Media December 14, 2025 Nûçe
Wezîrê Tenduristiyê: Li ser spardeya Mesrûr Barzanî, me 25 ton derman gihandin Çemçemalê

Wezîrê Tenduristiyê ragehand ku li ser spardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi bihayê 270 hezar dolar, 25 ton derman ku ji 65 curên cuda pêk tên, ji bo Çemçemalê hatine şandin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Saman Berzencî, ji BasNewsê re ragehand: “Me li ser spardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kudistanê Mesrûr Barzanî, îro beşeke zêde ya baş derman û pêwîstiyên bijîşkî gehandine nexwaşxaneya giştî ya Çemçemalê, alîkarî jî nêzîkî 25 ton in ku 50 pakete.”

Herwaha aşkera jî kir: “Tê payîn ku bihayê wan dermanan 270 hezar dolare.”

Wezîrê Tenduristiyê herwaha aşkera jî kir: “Derman ji 65 cûreyên dermanên nexweşiyên kronîk, dermanên neştergerî û dermanên acîl û pêdiviyên bijîşkî ji bo neştergerî û laboratûvarê pêk tên.”

Amaje bi wê jî kiriye: “Ji dema lehiyê ve em bi berpirsên tenduristiyê yên Çemçemal û Silêmaniyê re li ser xetê ne. Hemû birîndar bi ewlehî rakirine nexweşxaneyê û hin ji wan jî hatine emeliyatkirin.”

Saman Berzencî got ku hewlên dabînkirina pereyan ji bo kirîna dermanan li parêzgeha Silêmaniyê berdewam dikin, da ku piştgiriya ji bo wê herêmê berdewam bike.

 

Basnews

Top