• Monday, 02 February 2026
logo

Michael Rigas: Em bi hevpariya xwe ya kûr bi Herêma Kurdistanê re serbilind in

Gulan Media December 4, 2025 Nûçe
Michael Rigas: Em bi hevpariya xwe ya kûr bi Herêma Kurdistanê re serbilind in

Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Michael Rigas îro (Çarşem, 3ê Berçileya 2025ê) di merasîma vekirina Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê de got: "Gelek spas ji bo Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî."

Michael Rigas herwesa ragihand: "Ev konsulxaneya nû ji avahiyekî zêdetir e; ew nîşana nirx û têkiliyên bihêz ên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de ye." Amaje jî da ku, çêtirîn endezyarî û dîzayna Amerîkayî di vê avahiyê de hatine bikaranîn û dê ji bo berfirehkirina berjewendiyên hevpar bibe platformek.

Wî rayedarê Amerîkayê di pareka din a gotara de pesnê rola Herêma Kurdistanê da û got: "Hebûna Herêma Kurdistanê ya bihêz stûna sereke ya têkiliyên Amerîkayê bi Iraqê re ye.” Herwesa pesnê rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî "hevpareka ewlehiyê û dengekî pêbawer" li deverê da.

Herwesa got: "Em bi hevpariya xwe ya kûr bi Herêma Kurdistanê re serbilind in.”

Amerîkayê li ser rewşa ewlehiyê peyameka tund arasteyî komên çekdar kir û bang li hevparên xwe yên Iraqî û Kurdistanî kir ku bi hev re bixebitin, da ku rêyê li ber wan milîsên Îranî bigirin ên ku li nav Iraqê ne û deverê têk didin. Navbir êrîşên terorîstî yên li ser Zeviya Kormorê şermezar kirin û tekez kir ku, divê qanûn serwer be û ew tawanbar bên darizandin.

Aliyekê din ê wê gotarê girêdayî warê aboriyê bû; wî rayedarê Amerîkayî eşkere kir ku, rêveberiya Amerîkayê serpişkî daye bazirganiyê û şîrketên Amerîkayî teşwîq dike ku li Herêma Kurdistanê bixebitin. Herwesa piştgiriya xwe ji bo vekirina boriya petrolê ya Iraq-Tirkiyeyê anî ziman û wekî pêngavek girîng ji bo serxwebûna enerjiyê û berjewendiyên hemî aliyan wesif kir.

Nûnerê Amerîkayê li dawiyê jî pabendbûna welatê xwe ji bo parastina mafên kêmaniyên olî û etnîkî li Iraq û Sûriyeyê tekez kir û ragihand ku, tu dostekê ji Amerîkayê bihêztir ji bo pêkhateyan tune.

 

K24

Top