Selah Herkî: YNK bi alîkariya milîsên Heşdî Şeibî mijûlî fitnetiyê ye
Berpirê navçeya Bestûre yê Partiya Demokrat a Kurdistanê amaje bi wê dike ku Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê bi alîkariya çend hêzên xwefiroş dixwazin aloziyan ava bikin.
Selah Şehab Herkî, berpirsê navçeya Bestûre yê PDKê ji BasNewsê re axivî û got: “YNK bi hemahengiya li gel beşek ji milîsên Heşdî Şeibî, hewla avakirina aloziyên zêdetir li gundê Lacanê didin, dixwazin wê bûyerê ji bo veşartin û ji bîr birina êrîşên ser zeviya gaza Kormorê û êrîşên YNKê bi rawestandina gaza Kormorê û komkujiya otela Lalezarê bikar bînin.”
Herwaha radigehîne: “Ev komplo berdewamiya dijminatiya ku bi salan e ji aliyê hin hêz û komên derve û navxweyî ve bi armanca lewazkirina pêkhateya Herêma Kurdistanê tê meşandin e.”
Herwaha tekez jî kiriye ku YNK ji ber bûyerên Lalezarê ketiye nava şermê, xelkê Silêmaniyê tif û neiletê lê dike, ji ber wê jî nizanin ku çawa wê şerma xwe veşêrin û tên hewla alozî derxistinê didin, Lêbelê, ev komplo bê guman wê wekî mayînekê bê pûçkirin û tenê şerm wê ji bo wan bimîne, ji ber ku Harkî û PDK yek in.”
Basnews
