Hêzên hevpeyman ji Iraqê vedikişin û têne Herêma Kurdistanê
Tevahiya hêzên hevpeymanan bi serokatiya Amerîkayê ji Iraqê vedikişin û tên Herêma Kurdistanê.
Ferîqa Rokin Qeys Mehmedawî di daxuyaniyekî de ji rojnamevanan re ragehand: “Erkê hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî DAIŞê li Iraqê bi dawî bûye û hemû ber bi Herêma Kurdistanê ve birêketine û tenê çend leşkerekî Hevpeymanan li Bexdayê bi armanca karên lojîstîkî û dîplomatîk mane.”
Herwaha ragehandiye: "Vekişîna hêzên hevpeymaniyê li gorî peymana di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Iraqê de bû û tê plankirin jî ku erka xwe ya li Herêma Kurdistanê di Mijdara 2026an de biqedînin."
Basnews
