• Monday, 02 February 2026
logo

Serok Barzanî bi şanda Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriyeyê re civiya

Gulan Media November 27, 2025 Nûçe
Serok Barzanî bi şanda Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriyeyê re civiya

Di çarçoveya civîna Serok Barzanî û şanda Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriyeyê de, tekez li ser yekrêzî, tebayî û siyaseta hevpar di navbera aliyên Kurdî yên li Sûriyeyê de û li gorî awayê diyalog û hevfêmkirina di navbera aliyên Kurdî û hikûmeta Sûriyeyê de hat kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 26ê Mijdara 2025ê) li Pîrmamê bi Sekreter û endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriyeyê re civiya.

Baregayê Barzanî di daxuyaniyekê de got ku, di wê civînê de dîtin û nerîn li ser rewşa siyasî û pêşketinên dawiyê yên Sûriyeyê li hev hatin guhertin.

Li gorî wê daxuyaniyê, her di wê civînê de tekez li ser yekrêzî, tebayî û siyaseta hevpar di navbera aliyên Kurdî yên li Sûriyeyê de û li gorî awayê diyalog û hevfêmkirina di navbera aliyên Kurdî û hikûmeta Sûriyeyê de hat kirin.

 

K24

Top