• Monday, 02 February 2026
logo

Elî Husên: Rewşeke nû ji bo avakirina kabîneya dehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê derketiye holê

Gulan Media November 24, 2025 Nûçe
Elî Husên: Rewşeke nû ji bo avakirina kabîneya dehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê derketiye holê

Serokê mekteba rêxistinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) li Silêmanî û Helebçeyê dibêje ku divê di zûtirîn dem de li ser avakirina kabîneya dehemîn lihevkirinek çêbibe. Herwaha hişyarî da ku eger alî negihîjin rêkeftinekê, wê hingê rêyek din tune ku li ser hilbijartinên nû yên parlamentoyê bifikirin û divê helbijartinekî din a nû ji bo Parlamentoya Kurdistanê em bifikirin.

Serokê mekteba rêxistinê ya PDK li Silêmanî û Helebçeyê Elî Husên, di hevpeyvînekê li gel BasNewsê de, bal kişand ser hewldanên ji bo avakirina kabîneya dehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û destnîşan kir ku piştî hilbijartinên parlamentoya Iraqê, mercên nû yên siyasî derketine holê û pêwîste hewl bê dayîn demekî kurt de ji bo kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di navbera aliyên siyasî de rêkeftin li ser bê kirin û hikûmet bê pêkanîn. Lê hêvîdarim em negehin wê qonaxê, lê eger em negihîjin wê qonaxê, em ê neçar bimînin li ser hilbijartinek din a parlamentoya Kurdistanê bifikirin.”

Elî Husên, bersiva tohmetên li dijî partiya xwe yên li ser "kirîna kursiyan" da û bi tevahî red kir, ji ber ku ew dibêje ev tohmet bê bingeh in û ji rastiyê dûr in, ji ber ku piştî hilbijartinên parlamentoyê, PDKê deriyê xwe ji hemû partiyan re vekir lê wê demê piraniya aliyan amade nebûn. Herçend naha rewş guheriye jî lê hin aliyên siyasî dixwazin beşdarî li kabîneya dehem de bikin. Ev yek ti eleqeya wê bi kirîna kursiyan ve tune ye, lê belê bi amadebûna siyasî ya hin partiyan ji bo beşdarbûna di kabîneya nû de, mîna hin partiyên din.

Di beşek din a axaftina xwe de, Elî Husên, serokê buroya rêxistinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Silêmanî û Helebçeyê, tekez kir ku her çend komîteyek danûstandinan ji bo avakirina kabîneya dehemîn hebe jî, em hêvî dikin ku rewşa heyî ya piştî hilbijartinên parlamentoya Iraqê di navbera partiyên siyasî de ji bo avakirina kabîneyê û danûstandinên ji bo rêkeftinek di navbera partiyên Kurdistanê de di avakirina hikûmeta Iraqê de guncawtir be.

 

 

Top