Nivîskarê Kurd ê zindankirî Hecî Nehsan pirtûka xwe ya 13ê derxist
Hecî Nehsan berhema xwe ya 13ê bi navê Sî û Olan di navbera dîwarên zindanê de nivîsand û weşanxaneye Nayê ya bajarê Îzmîrê çap kir.
Sî û Olan komhelbest e, ji 66 rûpelan pêk tê û 52 helbestan li xwe digre.
Helbestek ji wê pirûkê :
SÎ Û SÎ
Çi dijwar e
Mirov di navbera xwe û sîya xwe de asê be
Dibê sîyeke din hebûya
Da kû sîya min xwe li ser wê de bikuşta
Divê sîyeke din hebûya
Di navbera min û bûneweriya min de
Dibê sîyeke din hebûya
Sîya min pê geş bibûya
Hecî Nehsan kî ye:
Di sala 1974ê de li gundekê Kobaniyê hatiye dinyayê. Ji biçûkaniya xwe ve bi wêjeyê re mijûl e. Hêçan / cerribîn û helbestên wî di kovarên wekî Çirûsk, Hawara Botan , Golik, Roza, W, Eylûl, Tîroj û Ûmûş Eylûlê de hatine weşandin.
Ev 28 sal in ku ew ji ber doza siyasî li Tirkiyeyê di girtîgehê de ye, niha li girtîgeha Tekîrdagê girtî ye.
K24
