Konsulê Giştî yê Urdinê ji Serok Barzanî re: Ev pêşkeftin û avedanî di saya PDKê derketiye holê
Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Urdinê kir û tekezî li ser têkiliyên dîrokî kir û rewşa Iraqê nîqaş kirin.
Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Ziyad Betarse, Konsulê Giştî yê nû yê Qiraliyeta Urdinê kir, ku bi armanca xwe nasandinê serdana Serok Barzanî kiribû.
Konsulê Giştî yê Urdinê pîrozbahî li Serok Barzanî kir ji ber serkeftina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û bidestxistina zêdetirî milyonek dengan di hilbijartinan de, ku wî wekî delîlek eşkere ya helwesta PDK di nav gelê Kurdistanê de bi nav kir.
Serok Barzanî spasiya Qiral Abdullah û gelê qiraliyeta Urdinê kir ku "piştgiriya gelê Kurd di demên dijwar de" û Qiral Ebdulaa wekî "bira û dostê ezîz" bi nav kir. Herwiha tekezî li ser kûrkirina têkilî û dostaniya di navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê de kir.
Pêvajoya siyasî ya Iraqê piştî hilbijartinan û rewşa siyasî ya navxweyî ya Herêma Kurdistanê mijarên din ên civînê bûn, ku tê de her du aliyan li ser pêşketin û pirsgirêkên heyî yên li herêmê nêrînên xwe veguhestin.
Basnews
